​​​​​​​Malbatan ji bo ku biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo ku hevdîtinê bikin, serî li dozgeriyê û girtîgeha Îmraliyê da.

​​​​​​​Malbatan ji bo ku biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê da
26 gulan, 2023   10:22
NAVENDA NÛÇEYA

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Malbatan bi rêya serdozgeriyê serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.

Ji 25'ê Adara 2021'an ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.