Agirê Newrozê li Bakûr gur dibe

​​​​​​​Li Bakûrê Kurdistanê piştî pîrozbahiyên duh ên bi heybet, îro jî li 7 navendan agirê Newrozê tê gurkirin.

Agirê Newrozê li Bakûr gur dibe
20 adar, 2023   09:15
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê duh li gelek navendên weke Wan, Êlih, Qoser, Stenbol, Mêrsîn, Îzmîr bi beşdariya sed hezaran kesan Newroz hatibû pîrozkirin.

Agirê ku dirûşmeyên "Her der Newroz, her dem azadî" û "Azadî ji bo Ocalan” hatibûn pêxistin îro jî li Colemêrg, Agirî, Qers, Erdexan, navçeya Dep (Karakoçan) a Elezîrê, navçeya Milazgir a Muşê û navçeay Qereyazî ya Erzurumê  tê gurkirin.

COLEMÊRG

Li bajarê Colemêrgê pîrozbahî li Qada Qarajê ya Taxa Tekser a li pêşberî Çiyayê Sumbul bi pêxistina agirê Newrozê destpê kir. Li qada ku bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin, rêveber û endamên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û bi hezaran welatiyan cihê xwe girtin. Ji bo pîrozbahiyên ku tevlîbûna jin û ciwanan a zêde balê dikişîne, dikandaran jî deriyên dikanên xwe girtin. Bername wê bi axaftin û muzîkê dom bike.

AGIRÎ

Pîrozbahiya li Agirî, li Parka Newrozê destpê kir. Ji navenda bajar, navçe û gundan hezaran welatiyan bi cilên xwe yên netewî berê xwe dane qada pîrozbahiyê. Bernameya pîrozbahiyê ku bê navber dirûşmeyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan tên berzkirni, wê axaftinên parlamenterên HDP’ê û muzîkê dom bike.

QERS

Li bajarê Qersê tevlî barîna berfê jî, bi sedan welatî li Qaraja Qersê kom bûn û dest bi pîrozbahiyê kirin. Rêveber û endamên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, xwendekarên zanîngehê jî tevlî pîrozbahiyê dibin. Di pîrozbahiya ku bênavber dirûşmên azadiyê tên berzkirin de, bername bi rêzgirt û pêxistina agirê Newrozê destpê kir.

QEREYAZÎ

Li navçeya Qereyazî ya bajarê Erzurumê, agirê Newrozê qada pêşberî avahiya HPD’ê hat pêxistin. Tevî barîna berfê jî bi sedan welatî li qadê kom bûn û bi rengên kesk, soz û zer dirûşmeyên ji bo azadiyê qêriyan. Bernameya ku tevlîbûna jin û ciwanan zêde wê bi axaftin û muzîkê dom bike.

MILAZGIR

Li navçeya Milazgir a Mûşê jî pîrozbahî li Qada Newrozê destpê kir. Ji 7 salî heta 70 salî hezaran welatî herikîn qadê û dirûşmeyên ji azadiya girtiyên siyasî berz kirin. Li vir jî bername wê bi axaftin û muzîkê dom bike.