Gaveke ber bi aboriya serbixwe ve; aboriya jinan

Komîteyên aboriya jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê, peydakirina derfetên kar ji bo jinan û pêşxistina aboriya civakî, projeyên xwe yên aboriyê, bi taybetî kooperatîfên çandiniyê berfireh dike.

Gaveke ber bi aboriya serbixwe ve; aboriya jinan
10 adar, 2023   05:39
NAVENDA NÛÇEYAN - XALID ETE - ALA EL ELÎ

Di şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, jin di xurtkirina aboriya jinan û aboriya civakî de bi roleke girîng radibin.

Komîteya Aboriyê ya Kongra Star proje û kooperatîfên nû dan destpêkirin, yên berê jî berfireh kirin. Ji bo pêşxistina aboriya jinan û aboriya civakî û pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê, bi sedan jin beşdarî wan projeyan bûn.

KOOPERATÎFÊN ÇANDINIYÊ

Komîteya Aboriya Jinan a Kongra Star 25 kooperatîfên çandiniyê li ser rûbera 25 hezar hektarî pêk anîne û nêzî 900 jinan tê de cih girtiye.

Li kantona Qamişloyê, bi taybet li Dêrikê 8 kooperatîf hene, her wiha Projeya “Jiyan” li ser 200 hektarî ye û tê de 40 jin kar dikin. Li navçeya Girkê Legê jî 5 kooperatîf hene.

Li Tirbespiyê, 2 kooperatîf hene, projeya “Demsal” jî li ser 150 hektarî hatiye avakirin, ji wan 60 hektar ji bo serayan (baxçeyên sergirtî), 50 hektar ji bo çandina genim û ceh, rûbera mayî jî ji bo darên fêkiyan hatiye veqetandin. Di projeyê de 80 jin cih digirin.

“Demsal” bi rêya projeya xwedîkirina pez piştevaniyê dide sewalvaniyê jî, gelek malbat ji xwedîkirina hezar pezî sûdê werdigirin û hilberîna zêde jî li sûka herêmê tê firotin.

Komîteya Aboriyê ya Kongra Star li Hesekê û Tirbespiyê jî 20 firinên nanê tenûrê vekirin, tê de 100 jin kar dikin. Her wiha 2 firinên nan (firina Hilwa li Tirbespiyê, firina Hîlala Zêrîn li Dirbêsiyê) vekirin. Li Amûdê jî 2 kooperatîfên xwedîkirina mirîşkan vekirin û 8 jin tê de kar dikin. Li Hesekê û Dirbêsiyê 2 kargehên xwarinên qutîkan vekirin û 40 jin tê de dixebitin, her wiha kargeha dirûtinê jî vekirin û nêzî 20-30 jinan tê de cih digirin û berhemên wan li pêşangeh û dikanan tên firotin.

Li gorî endama Komîteya Aboriyê ya Kongra Star Gulê Mûrad, bi van komîteyan armanc dikin ku rêgeza xwetêrkirinê pêk tînin û derfetên kar ji jnan re peyda bikin.

Gulê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji sala 2015`an de ji bo piştevaniya aboriya herêmê, projeyên aboriyê bi pêş dixin.

Gulê anî ziman ku tevî astengiyên ji ber zîhniyeta baviksalar ku jin ji aboriyê dûr xistine, êrişên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça li ser herêmê jî, israra jinan heye.

Li ser plansaziya ji bo siberojê ya Komîteya Aboriya Jinan, Gulê Murad da zanîn ku komîte amadekariyê dike ku nêzî 5 hezar heya 8 hezar darên fêkiyan li Dêrikê biçîne, her wiha kooperatîfên çandiniyê û hejmaran wan zêde bike û du kooperatîfan veke, yek li Til Temirê bi rûbera 15 hektaran û ya din jî li Şedadê bi rûbera 50 hektarî ye.

Li aliyekî din jî yek ji jinên li van kooperatîfan dixebite Hekîme Hesê got karê wê di van kooperatîfan de serxwebûna wê ya aborî misoger dike û got: "Ev kooperatîf dihêle rola me di civakê de ji aliyê aborî ve hebe. Em jin xwedî hêz û vîn in ku tevahî proje bi ser bikevin."

Buşra El Elî jî ku karkereke kooperatîfan e, diyar kir ku xebata jinan û piştgiriyê hişt ku bibin pêşeng û wiha got: "Jin xwedî enerjî û fikran in ku xebatê bi tevahî aliyên wê bi pêş bixin. Em bang li hemû jinan dikin tev li van kooperatîfan bibin."

Kooperatîfên li Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê bi rêya Aboriya Kombûna Jinan a Zenûbiya ku niha 620 donim zeviyên di navbera başûrê Reqa û bakurê wê de bi sebze, genim û garisê zer çandin, bi pêş ket.

Li rex wê jî, nêzî 6 hezar û 500 darên zeytûnê li rojavayê Reqayê hatin çandin, 4 firin ku tê de 15 jin dixebitin, hatin vekirin, projeya xwedîkirina mihan li Reqayê (400 serî) hatin vekirin. Mast û penêrê wan mihan jî li sûkên herêmê tên firotin.

Li Tebqayê jî, kombûnê 300 donim sebzeyên havîn û zivistanê, genim û garisê zer, 200 darên zeytûnê çandin. Her wiha firina sembosekan û mala mûnê hatin vekirin. Berhemên wan li dikanên Komîteya Aboriya Jinan a Kombûna Zenûbiya tên belavkirin.

Li Dêrazorê jî firineke otomatîk û aşeke taybet hene. Di wan her du projeyan de 10 jin dixebitin.

Endameke rêveber a projeyên aboriya jinan li Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê Dua El Hesen da zanîn ku dahatên projeyan dikeve sendoqa Komîteya Aboriya Kombûna Jinan a Zenûbiyayê, da ku kombûn pê projeyên din li wan 4 herêman li gorî pêdivî û derfetan veke.

Duayê got armanc ji van projeyan aboriya komînal, aboriya jinan û serxwebûna wan a aborî were xurtkirin.

(cx,fr)

ANHA