`Jinên ciwan fedaî Rêber APO ne` navnîşana panela jinên ciwan bû

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Eyn Îsayê di paneleke diyalogê de bang li ciwan û gelên azadîxwaz kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

`Jinên ciwan fedaî Rêber APO ne` navnîşana panela jinên ciwan bû
29 ÇILE, 2023   12:01
EYN ÎSA

Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Girê Spî panelek diyalogê bi dirûşma “Jinên ciwan fedaî Rêber Apo ne” li dar xist.

Bi dehan jin ji navçeya Eyn Îsa û koçberên kantona Girê Spî tev li panelê bûn.

Di panelê de endama rêveberiya Kongra Star a kantona Girê Spî Ayat El Îsa axivî û pêvajoyên komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şîrove kirin ku di encamê de di 15`ê Sibata 1999`an de dîl hate girtin.

Ayat îşaret bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan kir ku çareseriya herî guncaw a alozî û nakokiyên navneteweyî ye û bingeha têkoşîna gelê herêmê ya ji bo xilasiya ji dagirkeran e.

Ayat destnîşan kir ku fikrê rêber Abdullah Ocalan zanabûn û fikrê demokratîk di navbera gelan de belav kir, jin gihand cihê ku layîqî wê ye ku pêşengiyê bike û çalak be û got: “Serok layîqî rêzê û teqdîrê ye, ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî divê em têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.”

Ayat bang li gelan kir ku bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan rizgar bûne, têkoşînê li hember pergalên faşîst û dîktator mezin bikin ku rê li pêşiya vî armancî digirin.

Her wiha Ayat bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî yên têkildar kir ku rewşa rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin.

Ayat di nav bangên xwe de destnîşan kir ku azadiya rêber Abdullah Ocalan bi mezinkirina têkoşînê û zanabûnê ji aliyê gel ve, pêkan e.

Beşdarên panelê diyar kirin ku rêber Abdullah Ocalan kesayeteke pêşeng e û hêviya guhertina şoreşgerî ye nexasim di vê pêvajoya hesas de ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe.

Beşdaran destnîşan kir ku projeya rêber Abdullah Ocalan anku netewa demokratîk pêşkêş kir ku pêkanîna pirrengiyê li ser bingeha hevbeşiya nîştimanî û jiyana hevbeş di navbera ol û pêkhateyan de û têkoşîna li hember pergalên faşîst armanc dike.  

Di dawiyê de sînefizyonek têkildarî kurtejiyana rêber Abdullah Ocalan, hewldanên wî ji bo ku jin tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bibin û gelê xwe ji zulm û zordestiyê biparêzin, hate pêşandan.

(şx)

ANHA