Saziyên olî li dijî êrişên dewleta Tirk banga hevgirtinê kir

Saziyên olî diyar kir ku li hember êrişên dewleta Tirk pêwîstî bi hevgirtinê heye û destnîşan kir ku ew ji bo parastina destkeftiyên herêmê, li kêleka QSD’ê û Rêveberiya Xweser in.

Saziyên olî li dijî êrişên dewleta Tirk banga hevgirtinê kir
21 mijdar, 2022   08:54
NAVENDA NÛÇEYANam

Yekitiya Êzidiyên Sûriyê, Kongra Îslama Demokratîk û Navenda Hevdîtina Ol û Baweriyên Mezopotamyayê 2 daxuyaniyên cuda dan.

Kongra Îslama Demokratîk û Navenda Hevdîtina Ol û Baweriyên Mezopotamyayê bal kişand ser destdirêjiyên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê. Her wiha kiryarên wê yên qetilkirin û hilweşandina binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi bîr xistin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye: "Zordestiyê li gel û welat dikin, derewan dikin û raya giştî ya Tirk bi şanoyên mîna teqîna li Stenbolê mijûl dikin. Vê yekê dikin da ku dest bi terora xwe li Rojava bikin û projeya demokratîk a ku Rêveberiya Xweser pejirandiye, têk bibin."

Kongra Îslama Demokratîk û Navenda Hevdîtina Ol û Baweriyên Mezopotamyayê diyar kir ku ew ji bo parastina destkeftiyan li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser in.

Di daxuyaniya Yekitiya Êzidiyên Sûriyê de jî hate gotin: "Li hember vê dijminahiya eşkere ku binesaziyê û projeyên xizmetguzariyê dike hedef ku terora DAIŞ’ê nikarîbû wan bike armanc, divê hevgirtin ji aliyê her kesî ve hebe.

Em bang li hikumeta Şamê dikin ku erka xwe bi cih bîne û giliyê dewleta Tirk li Neteweyên Yekbûyî (NY) bike.

Her wiha em bang li gelên herêmê dikin ku bibin yek û wek mertalekî xurt li pişt fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk bisekinin.”

(hs)

ANHA