Bi çalakiyên cihêreng Kongra Star şehîd Bêrîtan bi bîr anî

Kongra Star di 30'emîn salvegera şehadeta wê de, şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr anî. Her wiha tekez kir ku jin û gelê Rojava ji bo parastina rêya şehîd Bêrîtan, dê bi çalakiyên curbecur asta berxwedanê bilind bikin.

24 cotmeh, 2022   14:51
QAMIŞLO

Sibe salvegera 30'emîn a şehadeta têkoşer Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e ku di şerê berxwedanê yê li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, çalakiyeke fedayî di 25'ê Cotmeha 1992'yan de lidarxist û heya guleya dawî şer kir. Piştî ku cebilxaneya wê qediya û ji bo dîl nekeve destê xayînan, xwe ji lûtkeya çiyayekî yê herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê avêt.

Ji bo bîranîna salvegera şehadeta wê, Kongra Star li Kantona Qamişlo û bajarê Hesekê çalakiyên cihêreng lidarxistin.

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, Kongra Star merasîma bîranîna şehîd Bêrîtan li nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)organîze kir. Di merasîmê de bi dehan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, endamên Kongra Star û şêniyên navçeyê amade bûn.

Piştre sînevizyonek li ser jiyana şehîd Bêrîtan ji dema tevlêbûna wê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê û heya çalakiya wê ya fedayî di 25'ê Cotmeha 1992'an de hate pêşandan. Piştre yek ji rêveberên Kongra Star a navçeya Tirbespiyê Aryan Cûdî axivî û behsa taybetmendiyên şehîd Bêrîtan kir.

Aryan Cûdî diyar kir ku şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe ya fedayî îsbat kir ku hêza jinan dikare li hember zihniyeta desthilatdar a li ser înkarkirina nasnameya jinan hatî avakirin, li ber xwe bide.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo jî Kongra Star li navenda Yekitiya Karkeran a bajarokê Rimêlan sînevizyonek li ser jiyana şehîd Bêrîtan pêşanda.

ÇILAXA Û TIL BIRAK

Bi heman wesîleyê Kongra Star li navçeya Çilaxa û Til Birak jî şehîd Bêrîtan di salvegera 30'emîn a şehadeta wê de bi bîr anî. Merasîma bîranînê li navenda çandî ya navçeya bi amadebûna şêniyên navçeyê û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan hate lidarxisitn.

Di merasîmê de yek ji rêveberên Kongra Star Bêrîvan Şaristan wiha behsa şehîd Bêrîtan kir: "Têkoşîn û berxwedana şehîd Bêrîtan, li hember ajanan û çalakiya wê ya fedayî tekez dike ku rêya têkoşîn û berxwedanê dê li ser fikirê rêber Abdullah Ocalan be."

Bêrîvan Şaristan wiha dom kir: "Em li ser şopa şehîd Bêrîtan û hemû şehîdên jin ên şoreşa azadiyê ne ku bûne sembola jinên azad."

Bêrîvan Şaristan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya bilindkirina asta têkoşînê li hember xayîn û ajanan û wiha lê zêde kir: "Em weke jin erka me ye ku em karên xwe bi awayekî baş bikin ku layîqî şehîdên me bin. Her wiha em li ser şopa wan têkoşîna li dijî xiyanetê bidomînin."

Paşê sînevizyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan hate pêşandan.

HESEKÊ

Li navçeya Til Temir a kantona Hesekê, Kongra Star civînek li hola Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan li dar xist. Di merasîmê de şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên navçeyê amade bûn.

Wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîd Bêrîtan û têkoşerên azadiyê li hola civînê hatin daliqandin.

Di merasîmê de yek ji endamên Kongra Star a navçeya Til Temir Raperîn Nûr Heq têkildarî jiyana şehîd Bêrîtan de axivî

Raperîn Nûr Heq tekez kir ku gelê Rojava bi rêya bilindkirina asta têkoşînê wê xeta şehîd Bêrîtan biparêze.

Civîn bi xwendina nameya şehîd Bêrîtan ji aliyê endama Kongra Star Hêvîn Rênaz ve bi dawî bû.

HELEB

Kongra Star a Helebê jî ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan sînevizyonek li ser jiyana wê li hola civînan a rojava taxa Şêxmeqsûd pêşanda. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, komîn û meclis di vê çalakiyê de amade bûn.

Di çalakiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Roşîn Mûsa wiha axivî: "Fedekariyên şehîd Bêrîtan, têkoşîna wê di nav tevgera azadiya jinan de û redkirina wê ya xeta xiyanetê, ji bo tevahiya jinên azadîxwaz bû sembol û mîras."

Roşîn Mûsa di axaftina xwe de behsa xiyaneta PDK`ê kir ku heta niha berdewam e.

(hs)

ANHA