Desthilatên Tirk 100 ciwanên sûrî ber bi herêmên dagirkirî ve şandin

Desthilatên dewleta Tirk a dagirker bi rêya deriyê Bab El-Selam ê bajarê Ezazê yê dagirkirî, 100 ciwanên sûrî yên li Tirkiyê şandin herêmên li Sûriyê dagir kirine.

Desthilatên Tirk 100 ciwanên sûrî ber bi herêmên dagirkirî ve şandin
12 tîrmeh, 2022   08:54
ŞEHBA

Çavkaniyên herêmî ji Ezazê ragihand ku desthilata Tirk a dagirker duh bi rêya deriyê Bab El-Selam ê Ezazê, 100 ciwanên sûrî yên li Tirkiyê şandin herêmên li Sûriyê dagir kirine.

Çavkaniyan her wiha diyar kir ku li gel ciwanan belgeyên parastina demkî û kaxezên isbat dike ku ev ciwan ji kîjan salê ve li Tirkiyê bûn hene, lê dîsa jî dewleta Tirk li ser bingeha plana bicihkirina miloyanek penaberên sûrî li herêmên ji bakurê Sûriyê dagir kiriye wan vedigerîne. Dewleta Tirk a dagirker bi vê siyasetê hewl dide demografiya herêmê biguherîne.

(eh)

ANHA