Lîstikên TC`yê ya faşîst û mêtînkar ên li ser NATO’yê-HALİL CEMAL

Lîstikên TC`yê ya faşîst û mêtînkar ên li ser NATO’yê-HALİL CEMAL
4 tîrmeh, 2022   00:49

Li paytexta Spanya Madrîdê di 28-30`yê Hezîranê de civîna NATO’yê ya 32. pêk hat. Di civînê de ji derveyê 30 welatan, welatên Awisturya, Japonya, Zelenda Nû û Koreya Başûr, Qibrisa Başûr û   Gurcistanê ya ku bi “Çarmenda Pasîfîk-Asya” tê binavkirin û delegasyona Swêd û Fînlandiya ku ji bona endamtiyê serlêdan kiribûn, bi tevahî 14 welat hatin temsîlkirin. Piştê civînê ya ku 44 welat dihatin temsîlkirin, “Belgeya Konsepta Stratejîk ya NATO’yê” hate eşkerekirin.

Belgeya Konsepta Stratejîk ya NATO’yê herî dawî di sala 2010’an de hatibû qebûlkirin. Di vê belgeyê de bi Rûsya ya ku wekî dijmin hatibû îlankirin re daxwaza ”şirîkiya stratejîk a rast” hebû. Di wê belgeyê de dihate gotin ku “Hevkariya NATO-Rûsya’yê ji ber ku piştgiriyê dide avakirina qada aştî, ewlehî û îstiqrarê, girîngîyeke wê ya stratejîk heye” û “ gefa êrişekê peymanî  kêm e”. Di belgeya nû de jî tê gotin ku Rûsya ji bo ewlekariyê raste rast gefa herî mezin e. Di heman dema civînê de civînek cuda jî hate lidarxistin. Ev civîn jî boneya rojeva herî populer-nasyar an jî ji bo ku rojev were xericandin, yanî mijara serlêdana Swêd û Fînlandiya ya ji bona endamtiya NATO’yê hatibû lidarxistin.

DI CIVÎNA NATO’YÊ DE MIXTIRA QIRKIRINA KURDAN

Di encama vê civînê de bi îmzeya Swêd, Fînlandiya û wezîrê karên derve yê TC`yê mixtirayek bi 10 xalan hat weşandin. Ji derveyê xalên 1-2 û 10 pê ve xalên din veşartî û di derbarê Kurdan de ne.  

Piştre ku rayedarên Fînî û Swêdî derbarê wan xalên veşartî de ku bi awayekî girtî an vekirî behsa dij-minahiya Kurdan dike, bi daxuyaniyn dan jî rastiya vê dijminahiyê ji holê ranekir. Ji ber vê yekê, bi vê mixtirayê Swêd û Fînlandiya dan nîşan ku polîtîkaya qirkirinê ya NATO`yê ku li hember Kurdan bi kar tîne, erê dikin.

NATO Û EMERÎKA KIRIN HÊZÊN HERÎ BI BANDOR ÊN CÎHANÊ

Mijara din ya sereke ya civînê ev bû; Emerîka û NATO’yê kirin hêzên herî bi bandor ên cîhanê. Pişt civînê “Belgeya Konsepta Stratejîk” ku danîn holê ev rewş hate îlankirin. Rûsya û Çîn bi vî belgeyê wek dijminê stratejîk hatin binavkirin. Biryara hêza eskerî ya Emerîkayê li Ewrûpayê bi rêjeyeke mezin hate zêdekirin û sîstemên êriş û parastinê ku Rûsya yê gelek caran digot “xeta me ya sor e” hema hema bi tevahî welatên ku endamê NATO’yê ne bi kar anîn an belav kirin. Ango wekî ku Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di serê hefteyê de daxuyanî dabû û gotibû ji bo plana ku Hêza Bersivdayînê de guhertin were kirin ku eskerên ji bo mudaxeleyek-destekariyek zû amade bin, hejmara wan ji 40 hezaran derkeve 300 hezar xistine dewrê. Bi vê rewşê jî mirov dikare bêje ku yekdestiya çekan mohra xwe li vê civînê xist. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku di 2019’de teşxîsa “mirina mejî” dabû NATO`yê, civîn bi perspektîfa firehbûn û tespîta dijminê sereke û îdiaya hêza herî bi bandor, bi dawî bû.        

DI ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN DE QONAXEKE NÛ

A rastî “Çarmenda Asya-Pasîfîk” a ku di civînê de cîh girt, da nîşan ku sînorê NATO`yê heta ku dirêj dibe. Bi vê çarmendê, îsrara dorpêçkirina Çînê hatiye eşkerekirin. Dîsa, ji bilî dewletên ku ne endamên NATO’yê ne hebûna Gurcîstanê jî ji bo Rûsyayê rewşa xeteriyê tîne holê. Di civînê û dawiya wê de ev belge; bûye îlankirina arteşekê ku ji Atlantîk heta Pasîfîkê li hember Rûsya, Çîn û  piştevanên wan dirêj dibe. Yanî, di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de derbasê qonaxeke nû bûne. Ji ber wê, belgeya encama NATO`yê, lêxistina lûle û zengila şerekî tund eşkere dike. Jens Stoltenberg wek berdevkê NATO û yekdestiyên çekan, qaşo li hember ewlekarî û totalîzmê bi gotara demokrasiyê li lûleya şer dide.

Di civîna NATO`yê di beşa giştî ya cîhanê de ku ev encam derketine, di rewşa ku wekî têkildarê Kurdan xuya dike lê belê di esasê xwe de peyama berdewamiya sûcên TC`yê ya faşîst dide ji bo me girîng e.

Beriya nîqaşên civîna NATO`yê ku li ser mîhwera Swêd-Fînlandiyayê destpê bike, li cîhanê bi giştî li ser sûcên dewlet Tirk a faşîst rojev hatibûn çêkirin. Dewleta Tirk bi rola xwe ya sûcên şer, binpêkirina mafên mirovan, piştgiriya ku dida çeteyan, têkiliyên bi DAIŞ`ê re, qaçaxçiya mirovan, gendelî û bi taybetî sûcên ku li hember kurdan pêk dianî di rojevê de bû. Çawa ku di civînên navneteweyî de mijara dewleta Tirk ya ku piştî şerê Ukraynayê bi mazûvaniya bazara Rûsyayê di bazara cîhanê de hêsaniya geranê peyda kir û wek mijarên S-400 hatin rojevê dibû ku ev mijar bihata rojeva civîna NATO`yê jî. Her wiha wek mijarên piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ambargoya çekan dan destpêkirin û ambargoya balafirên şer ên  F-35 û F-16 ku Emerîkayê li hember dewleta Tirk bikar anî dibû ku biketa rojeva civîna NATO`yê jî.    

CIVÎNA ŞOPANDINA SÛCÊN DEWLETA TIRK

Bi niqaşên mijarên endametiya Swêd û Fînlandiya yê rojev guherî. Eger têkildarê guhertina rojevê ve behsa destkeftiyên şefê faşîst RTE (Recep Tayyîp Erdogan) bê kirin, dikarin bêjin ku derbarê mijara qirkirina Kurdan û sûcên şer de ji nû ve destûr jê re hatiye dayîn.

Mijara polîtîkaya Kurd ya dewleta Tirk a faşîst di endametiya 70 salan a NATO`yê de jixwe neguheriye. Tevahî sûcên ku li hember Kurdan û muxalefeta demokratîk pêk tên jixwe bi destûr û teşwîqa NATO`yê diqewime. Saziyên şerê taybet, rêxistinên kontr-gerîla û dezgehên wek Gladîo jixwe bi patenta NATO`yê ne. Piştî wergerandina maseya lihevkirinê ya Dolmabahçeyê, êrîşên qirkirinê ku hatin destpêkirin ku di çarçoveya NATO`yê de neyê şîrovekirin rewşeke şaş derdixe holê. Şefê faşîst RTE beriya ku bibe serokwezîr li Spanyayê dema bersiva rojnamevanan dida behsa têkilîya xwe û serokê Emerîkayê Bush dikir. Ev rewş jî derdixe holê ku AKP û Erdogan projeyeke Emerîka ango NATO’yê ye.   

Ji ber vê, ev civîna NATO`yê erka paqijkirna sûcên TC’yê ya faşîst bi cîh aniye. Di vê civînê de ne tenê li  hember Başûr û Rojhilatê Sûriyê, li hember tevahî gelê Kurd biryara berdewamiya êrişên qirkirinê derketiye. Ango bi wateyeke din rakirina ambargoyan tune. Bi vê biryarê artêşa faşîst û çeteyên wê ku li hember gerîla têk çûye, dixwazin bi çekên nû werin dorpêçkirin û bibin hêzeke bi bandor ên şer. Bi vê rewşê civîna NATO`yê pêwistî dîtîye ku destê xwe dirêjî faşîzma ku li hember Kurdan û hêzên wan yê parastinê ketiye rewşeke reben bike. Yanî civîna NATO`yê dixwaze li sînorên rojhilatê Paktê hêzeke eskerî yên ku berjewendiyên kadî biparêze bibîne. Ev hêz helbet ne tenê li hember Kurdan, li hember Îran û Rûsyayê jî dê cihê xwe bigre.

TC ya faşîst ku dixwaze di dijminahîya Kurdan de NATO`yê bêhtir aktîv bike, dê di çarçoveya biryarên NATO`yê de Rusyayê dijminê sereke îlan bike û zextê bike li hember wê bibin xwedî helwest. Xuya ye bi kirîna F-16 û nûjenkirina wan, bi girêdayî helwesteke li hember Rûsya dê rewşa piştgiriya ku bidin Kurdan bi hev re pêş bikeve.

NATO bi civîna xwe ya dawî destnîşan kir ku boneya berjewendiyên yekdestiya çekdan, dijminahiya xwe li hember gelan îlan bike. Li hember vê rewşê hem berteka welatên endam hem jî yê ku tevlê civînê bûne û raya giştî ya demoqratîk a cîhanê dide nîşan di pêkanîna van biryaran de dê gelek pirsgirêk derkevin holê. Raya giştî ya Swêd û Fînlandiyayê û aliyên dijber di roja destpêkê de bertekên xwe nîşan dan. Ev bertek dê kesên ku van biryaran standine bike nava zoriyeke mezin.

LI KURDISTANÊ U ROJHILATA NAVÎN HER KES JI ŞEREKÎ RE XWE AMADE DIKE

Bi van biryaran hêzên ku wek dijmin hatine qebûlkirin, dê li hember van, dê biryarên stratejîk li gor xwe bistînin û taktîk û çalakî û rêxistinan pêş bixin. Ev jî dide nîşan ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê ku heta niha bi awayekî herêmî berdewam dikir, dê çeperên wî bêhtir fireh bibin. Ji ber vê, di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Kurdistanê û Rojhilata Navîn de ji şerên mezintirîn re amade bin. Di şerekî wiha de cihê gelan eşkere ye. Tifaqên wê yê sereke jî tê zanîn.

Encamên her du şerên dawî yên cîhanê derxistiye holê felaketên kadî bûn. Ev Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê ku di asta kadî de vegere şerekî germ, ji bo pêşeroja cîhanê dê rê li ber encamên bêveger veke. Jİ bona ku pêşî li encameke bi vê rengî bê girtin, divê li tevahiya cîhanê tekoşîna artêşeke aştiyê were bihêzkirin û li hember êrişên TC     `yê ya faşîst di serî de Ereb û Kurd hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bin. Bila neyê jibîrkirin ku baweriya wê bi xweparastina xwe hebe, li cem hevalbendên xwe yê esasî be û li cih û di demên rast de tifaqên pêwîst ava bikin her tim bi ser dikevin. Jixwe tenê li ser vî esasî faşîzm têk diçe û azadî tê bidestxistin. Potansiyela vê yekê îroj ji her demê zêdetir e.   

ANHA