Li Qamişlo û Dêrik 3 welatî dema avjenî dikirin xeniqîn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku li gundewarên Qamişlo û Dêrikê 3 kes dema avjenî dikirin xeniqîn. Hêzên Ewlekariyê bang li welatiyan kir ku tedbîrên parastinê bigirin.

Li Qamişlo û Dêrik 3 welatî dema avjenî dikirin xeniqîn
3 tîrmeh, 2022   19:30
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro li gundewarên Qamişlo û Dêrikê 3 welatî xeniqîne.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Herêmên me rastî pêleke dijwar a germahiyê tê, ji ber wê ciwan û zarok berê xwe didin çem û golan û avjeniy dikin, bêyî ku tedbîrên parastina kesayetî bigirin. Di encamê de bûyerên xexiqîna zarok û ciwana çêbûn. îro 3 kes li gundwarên Qamişlo û Dêrikê xeniqîne."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li şêniyên herêmê kir ku haj ji zarokên xwe hebin, wan di aliyê xeteriyên avejniyê de hişyar bikin. Her wiha got: "Em teqez dikin ku jiyana welatiyan û silametiya wan erka me ye esasî ye, lê em diyar dikin rola sereke dikeve ser milê malbatan e ku divê ha ji zarokên xwe hebin û wan hişyar bikin."

(şx)

ANHA