Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re çalakiyên cihêreng wekî semîner û şahiyan li dar dixin.

Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
1 adar, 2022   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di 23'yê Sibatê de dest pê kirin û heta 10'ê Adarê bi dirûşma "Bi hev re em ê şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" dê dewam bikin.

DÊRIK

Komîteya Çalakiyan a Desteya Perwerdeyê a navçeya Dirkê ji bo xwendekarên Dibistana Navîn a Keçan a Şehîd Şervîn li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de xwendekarên Dibistana Şehîd Şervîn, kadroyên perwerdeyê, rêveberiya Desteya Perwerdeyê û rêveberiyên dibistanê amade bûn.

Di çalakiyê de ji rêveberên dibistanê Diyele Meşo têkoşîna jinan a di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nirxand.

Diyele Meşo bal kişand ser dîrok û têkoşîna jinan, bi taybet jinên têkoşer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir.

Piştre sînevîzyonek li ser dîrok û têkoşîna jinan hate pêşkêşkirin.

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê bi dehan şêniyên bajêr şahiyek li dar xist. Şahî ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ve li daristana Kobanê ya hate lidarxistin.

Piştre li ser navê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya navçeya Kobanê daxuyaniyek hate dayîn û kiryarên ku ji aliyê rejîmên faşîst û sîstema baviksalar ve li ser jinan hatine meşandin, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di vê qonaxa dîrokî de û bi ruhê berxwedana jinan em 8'ê Adarê pêşwazî dikin, di demekê de ku jiyana jinan tu carî ne hêsan bû û heta niha jî bi her tundî û zordariya zîhniyeta baviksalar û kapîtalîst pê re rû bi rû ne.”

Di dawiya şahiyê de xwarinên gelêrî yên Kobanê li beşdaran hatin belavkirin û şanoyek ji aliyê Koma Hîlala Zêrîn a Navenda Çand û Hunerê ya Sirînê ve hate pêşkêşkirin.

HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, Kongra Star li bajarê Hesekê îro dest bi xemilandina meydan û kolanên sereke yên bajêr kir.        

REQA

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi koordîneya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, îro li navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê, semînerek li ser da.

Bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqayê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdarî semînerê bûn.

Ji rêveberên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Emîne El-Salih destnîşan kir ku bi şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derketiye holê ku jin pêşengiya vê şoreşê dikin û jinan hêza xwe ya pêşeng nîşan da.

Piştre sînevîzyoneke têkildarî xebatên jinan ên aborî û siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pêşkêşkirin.

Berdevka Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Nehle Îsmaîl jî got jin bi erkên rêveberiyê rabûn û hebûna xwe di hemû astên îdarî û siyasî de îspat kir û heta niha jî têkoşîna xwe û parastina destkeftiyên xwe didomînin.

(dx)

ANHA