​​​​​​​Rojnameyên erebî: Baregeha Himêmîm derbasî xeta aloziya Ukraynayê bû

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî têkiliya baregeha Himêmîm li Sûriyê bi alzoiya Rûsya-rojavayî, aloziya petrolê ya li Herêma Kurdistanê û kar û barên Tunisê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Baregeha Himêmîm derbasî xeta aloziya Ukraynayê bû
17 sibat, 2022   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

`BAREGEHA HIMÊMÎM DERBASÎ XETA ALOZIYA UKRAYNAYÊ BÛ`

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivisî: "Êdî baregeha Himêmîm a rojavayê Sûriyê derbasî xeta aloziya di navbera Moskovê û NATO`yê de bû, nexasim piştî ku xetertirîn balafir û moşek li baregehê hatin bicihkirin. Her wiha wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu gihaşt baregehê da ku çavdêriya mezintirîn tedbîqatên Rûsyayê li Deryayê Spî yê rojavayê Sûriyê bike, li gel rahênanên deryayî yên NATO`yê li Deryayê Spî.

Rojnameya El-Baas a berdevkê partiya desthildar a Sûriyê, diyar kir ku piştî ku Moskovê pêşniyara pêkanîna bazaran; Ukrayna li beramber Sûriyê ya Washingtonê qebûl nekir, Shoigu serdana Sûriyê kir.

Êdî hebûna leşkerî ya Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê bêtir bi eniya Ukraynayê ve hatiya girêdan. Li rex wê jî êrişên Îsraîlê yên li dijî nuqteyên Îranê yên li Sûriyê hene ku bi erêkirina Rûsyayê pêk tên. Til Evîv ji bo ku Moskovê aciz neke, pergala “Qube Hedidiye” (Iron Dome) nefrot Keivê.”

`HERÊMA KURDISTANÊ PABENDÎ RÊKEFTINA PETROLÊ YA BI HIKUMETÊ RE YE`

Li ser rojeva Iraqê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: "Duh Meclisa Wezîran a Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê destûr da Wezareta Petrolê ku nexşerêyeke teknîkî û demkî têkildarî biryara Dadgeha Bilind a Federal ya der barê birêvebirina petrolê di navbera Hikumeta Federal û Herêma Kurdistanê de amade bike, piştî ku Herêma Kurdistanê biryara dadagehê red kiribû.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, duh biryarek derxistibû ku yasaya petrol û gazê ya Kurdistanê nedestûrî ye û herêm neçar kiribû ku hemû berhema petrola xav radestî Wezareta Petrolê ya Federal bike.

Rayedarên Herêma Kurdistanê biryara Dadgeha Bilind a Federal red kir. Hikumeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de biryara Dadgeha Bilind bi wekî bê edalet û neqanûnî bi nav kir û diyar kir ku dê hemû tedbîrên destûrî, yasayî û dadwerî ji bo misogerkirin û parastina hemû peymanên di warê petrol û gazê de bigire.”

`FÎNANSEKIRINA BIYANÎ YA PARTIYÊN TUNISÊ DÎSA BÛYE CIHÊ NÎQAŞÊ`

Têkildarî rewşa Tunisê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Di çarçoveya tedbîrên 25`ê Tîrmeha derbasbûyî de hatibû ragihandin ku armanc dike xwe ji pergala berê ya bi serkêşiya Tevgera El-Nehdayê, qut bike, serokê Tunisê Qeys Seîd şerê gendeliyê didomîne ku piştî 2011`an li welêt belav bûye. Di heman demê de banga avakirina komîteyekê kir ku pereyên biyanî yên derbasî Tunisê bûne, kontrol bike.

Çavdêran eşkere kir ku fînansaya biyanî yên ji bo partiyên li Tunisê, roleke girîng di bicihkirina aliyên siyasî de lîst, di heman demê de li gel bêdengiya hikumetên li peyhev li hember van kiryar û gendeliyê di navbera gelek aliyan de bêhevsengiyek çêkir.”

(eh-dx)