​​​​​​​Dewleta Tirk rojane gefan li jiyana 21 hezar welatiyê li Şehbayê dixwe

Di du rojên borî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Til Rifet û gelek gund û navçeyên kantona Şehbayê û Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin. Di encama wê de 6 welatiyan di nav de 3 zarok birîndar bûn. Her wiha ziyan gihaştin mal û milkên welatiyan. Êrişên domdar gefan li jiyana bi hezeran welatiyan dixwe.

​​​​​​​Dewleta Tirk rojane gefan li jiyana 21 hezar welatiyê li Şehbayê dixwe
​​​​​​​Dewleta Tirk rojane gefan li jiyana 21 hezar welatiyê li Şehbayê dixwe
​​​​​​​Dewleta Tirk rojane gefan li jiyana 21 hezar welatiyê li Şehbayê dixwe
​​​​​​​Dewleta Tirk rojane gefan li jiyana 21 hezar welatiyê li Şehbayê dixwe
​​​​​​​Dewleta Tirk rojane gefan li jiyana 21 hezar welatiyê li Şehbayê dixwe
​​​​​​​Dewleta Tirk rojane gefan li jiyana 21 hezar welatiyê li Şehbayê dixwe
​​​​​​​Dewleta Tirk rojane gefan li jiyana 21 hezar welatiyê li Şehbayê dixwe
17 sibat, 2022   07:45
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM – ALAN REŞÎD

Di du rojên derbasbûyî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî weke Efrîn, Ezaz û Mari navenda navçeya Til Rifet bi zêdetirî 20 topan û balafirên bê mirov ên bi çek topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker gelek gundên navçeya Şêrawayê jî topbaran kirin. Di êrişên li ser gundên Soxankê û Xirbekê de ziyan gihaştin mal û milkên şêniyan.

Her wiha zarokê bi navê Sîpan Mistefa (7), Îbrahîm Mihemed Ebdo (8), Newroz Mihemed (38), dayika zarokê bi navê Îbrahîm, Zîlan Arif Qasim (7) û Fayiq Îbrahîm (50) birîndar bûn.

Ji ber kêmbûna derfetan, tunebûna alavên tenduristiyê û kêmbûna dermanan ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz dike, rêveberiya nexweşxanaya Avrîn zaroka bi navê Zîlan Qasim ji bo dermankirinê ber bi nexweşxaneyên Helebê ve şand.

Gundewarên kantona Şehbayê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin topbarankirin ev in: Navenda navçeya Til Rifet, kampa Efrîn a navçeya Ehdasê, Şeala, bendava Şehbayê, Simûqa û Şêx Îsa.

Li navçeya Şêrawayê jî dewleta Tirk gundê Xirbekê û Soxankê, li navçeya Şêra gundê Merenaz û Elqemiyê topbaran kir.

Li navçeya Til Rifet nêzî 21 hezar welatî ku praniya wan ji koçberên Efrînê ne û 5 hezar ji şêniyên resen ên navçeya Til Rifet, dijîn.

Derbarê mijarê de welatiyê bi navê Ehmed Silêman ku ji koçberên Efrînê ye û  li navçeya Til Rifetê ye wiha got: "Topbarana dewleta Tirk gihaşt gelek taxên navenda navçeya Til Rifetê. Ev yek jî diyar dike ku ew bi awayekî rasterast sivîlan dike hedef. Ji ber topbaranê sivîl birîndar bûn."

Silêman diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide wan ji navçeya Til Rifetê koçber bike lê ew li Til Rifetê li ber xwe didin heta ku Efrînê rizgar bikin û li warê xwe vegerin.

Silêman di axaftina xwe de behsa bêdengiya civata navneteweyî kir û wiha domand:" Çima rêxistin û civaka navneteweyî destekê didin hemû zarokên cîhanê lê destekê nadin zarokên me ku rojane ji aliyê artêşa Tirk ve tên kuştin. We ji bo zarokê bi navê Reyan ku li Fasê kete bîr şîn ragihand. We zarokên me yên ku rojane li Efrînê têne kuştin ne dîtin? Ma ew jî ne zarok in? "

Her wiha Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifet Îbrahîm Rîhanî destnîşan kir ku piştî şênî ji meşa şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan vegeriyan, dewleta Tirk a dagirekr bi zêdetirî 20 topan navenda navçeya Til Rifetê topbaran kir û topbaran heta saetên derengiya şevê dewam kir.

Rîhanî diyar kir ku balafirên bê mirov her demekê navenda navçeya Til Rifetê bombebaran dike û tirsê dixe dilê welaityan, armanca wê ji vê yekê ku ji Til Rifetê koçber bibin.

Rîhanî di axaftina xwe de behsa komkujiya Til Rifet a yekemîn û duyemîn kir ku di encama wê de zarok şehîd bûn û diyar kir ku dewleta Tirk wextî komkujiyeke din li dijî sivîlan pêk anîbe nexasim li dijî zarokan ku hejmarek ji wan birîndar bûne.

Îbrahîm Rîhanî da zanîn ku ji beriya 4 salan ve ku topbarana li ser kantona Şehba û navçeya Til Rifetê nehatiye rawestandin, zextên bêserûber têne kirin û ambargoyeke giran ji aliyê hikumeta Şamê ve tê meşandin.

Rîhanî di axaftina xwe de gelek alî ji wan hikumeta Şamê tewanbar kir ku agahiyên wan  li ser topbarana dewleta Tirk li ser navenda navçeya Til Rifetê hebû.

Îbrahîm Rîhanî got rewşa navçeya Til Rifetê heta van kêliyan ne aram e û dûr naxe ku topbaran ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve were dûbarekirin.

Her wiha ji rêveberên nexweşxaneya Avrîn bijîşkê bi navê Azad Reşo got rewşa sivîlên ku di topbarana dewleta Tirk de birîndar bûne nexasim zarok, baş e.

Reşo diyar kir zaroka bi navê Zîlan Arif Qasim (7) ji ber tunebûna alavên tenduristiyê û kêmbûna dermanan ber bi nexweşxaneyên bajarê Helebê ve hate şandin.

Reşo da zanîn ku praniya rewşên birîndaran sivik û navîn bûn, lingê zarokê bi navê Îbrahîm Mihemed Ebdo (8) ku di lingê xwe yê çepê de birîndar bibû, hate emeliyatkirin.

Dr.Azad Reşo di dawiyê de anî ziman ku li gorî pîvan û peymanên navneteweyî hedefgirtina kombûna sivîlan û kampên koçberan qedexe ye û ambargoya hikumeta Şamê xebatê nexweşxaneya Avrîn asteng dike.

(bx)

ANHA