Rûspiyên Reqayê nerazîbûn nîşanî "Çareseriyên ferdî" yên hikumeta Şamê da

Şêx û Rûspiyên eşîrên Reqayê nerazîbûn nîşanî "Çareseriyên" li herêmê ku hikumeta Şamê pê diaxive, da û bang ku hikumeta Şamê kir ku lêborînê ji gelê Sûriyê bixwaze.

Rûspiyên Reqayê nerazîbûn nîşanî "Çareseriyên ferdî" yên hikumeta Şamê da
11 ÇILE, 2022   12:54
REQA

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê li mêvanxaneya serokê eşîrê El-Bû Şaban, Şêx Hiwêdî Şelal El-Hiwêdî kom bûn û têkildarî "Çareseriyên" ku hikumeta Şamê behsa wê dike daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê şêxê eşîra El-Bû Manai, Mihemed Casim El-Ewad ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçoveya guhertin û veguhertinên dîrokî de ku Sûriyê di nava 10 salên dawî de tê re derbas bûn, alozî, wêran, koçberkirin û rijandina xwînê rû dan. Ev salên dawî ji bo tevahî pêkhateyên gelên Sûriyê barekî giran bû. Malek nine ku wêran nebû, malbatek nine ku ji rijandina xwîn û girtinê nefilitî. Sûriya ya şaristanî  û çandî bû stadeke ku her awayenê bêexalqî lê tê kirin û bûye qada tesfiyekirina hesabên cîhanî."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin "QSD'ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê rizgar kirin û MSD'ê hate erkdarkirin da ku bibe sîwana me ya siyasî di diyalogên navxweyî û derve de ji bo avakirina sûriyeke azad ya nenavendî. MSD'ê gelek hewldan kirin da ku bi hikumeta Beşar û rejîma wî re diyalogan bike, lê ji ber serhişkiya vê rejîmê ev diyalog berdewam nebûn. Bi rêbaza ewlehî û leşkerî tu çareserî pêk nayê."

Di daxuyaniyê de şêx û rûspiyan bang li gel kirin ku ji xeteriya vê pêvajoyê hişyar bin û gotin: "Em teqez dikin ku em her lihevkirin an jî çareseriyên ji aliyê rejîma Sûriyê ve qebûl nakin, nemaze ku di nav deh salên şer de bi destê vê rejîmê kuştin çêbûye. Her wiha ji aliyê şaneyên wî yên veşartin hewldanên derxistina fitneyê û têkbirina ewlehiya herêmê de tê kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê rejîm lêborînê ji gelê Sûriyê bixwaze û diyalogên cidî bide destpêkirin ku tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê beşdarî van diyalogan bibin.

Di dawiyê de hate gotin: "Em bi rizgarkirina her buhosteke ji herêmên dagirkirî yên Sûriyê ve girêdayî bin. Li hemberî hemû astengiyan em destek bin da ku serkeftin û jiyana hevbeş ji bo tevahî şêniyan pêk were."

ANHA