Şêniyên Dêrikê du şehîd oxir kirin

Cenazeyên şehîdên QSD'ê Eqîl Reşo û Yasîn Eksî bi merasîmekê li goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.

Şêniyên Dêrikê du şehîd oxir kirin
Şêniyên Dêrikê du şehîd oxir kirin
Şêniyên Dêrikê du şehîd oxir kirin
Şêniyên Dêrikê du şehîd oxir kirin
Şêniyên Dêrikê du şehîd oxir kirin
Şêniyên Dêrikê du şehîd oxir kirin
Şêniyên Dêrikê du şehîd oxir kirin
18 kanûn, 2021   14:26
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê û gundewarên wê cenazeyên şervanên QSD'ê Eqîl Reşo (Fedekar Kurdistan) û Yasîn Eksî (Diyar Kesk) yên ku 13'ê Kanûna 2021'an di encama êrişên dagirkeriyê yên li ser bakurê Til Temirê de gihaştin asta şehadetê, bi merasîmekê li goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

Şêniyan cenaze ji ber nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi karwanekî ber bi goristanê ve çûn.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Paş hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya dêrikê Ebdurehman Xêrkê axivî, soza şopandina xeta şehîdan û parastina destkeftiyên wan dan. Her wiha xiyaneta PDK'ê ya li gelê Kurd şermezar kir û bang lê kir ku cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî radestî malbatên wan bikin.

Li ser navê Meclisa navçeya Dêrikê Şiyar Efrîn bal kişand ser hesasiyeta qonaxa niha bi taybet di dema êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên berdewam de.

Şiyar soza berdewamiya berxwedanê da.

Piştre xalê şehîd Fedekar, Ebdulmecîd Mihemed soz da ku dê li ser şopa şehîdan bimeşe û ji bo pêkanîna xeyalên şehîd ya azadiyê dê çeka wî hilgire.

Piştre Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê wesîqeya şehadetê radestî malbatên her du şehîdan kir.

Cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û diruşmeyên "Şehîd namirin" hatin veşartin.

(dx)

ANHA