Li gundekî Dihokê di topbarana dewleta Tirk de sivîlek birîndar bû

Li gundê Hirûrê yê parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê di topbarana artêşa Tirk a dagirker de sivîlek bi giran birîndar bû.

Li gundekî Dihokê di topbarana dewleta Tirk de sivîlek birîndar bû
24 îlon, 2021   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Roj Newsê Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) bi daxuyaniyekê ragihand ku îro saet di 10:30’an de di topbarana artêşa Tirk de li gundê Hirûrê yê Dihokê sivîlek birîndar bû.

Di daxuyaniyê de ev agahî hat parvekirin: “Sabit Hisên ê 55 salî, di nava baxçeyê xwe de bi çinîna hinaran re mijûl bûbû, dema ku artêşa Tirk baxçeyê wî topbaran kir û Sabit birîndar bû. Niha rewşa tenduristiya wî nebaş e û li nexweşxaneya Zaxoyê tê dermankirin.”

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) eşkere kir ku ji 23’yê Nîsanê ve li gundê Hirûrê 6 sivîl birîndar bûne.