​​​​​​​Jinên Dêrazorê: Naxwazin alozî çareser bibin, lew ra tecrîdê girantir dikin

Jinên Dêrazorê diyar kirin ku hêzên cîhanê û Tirkiyê naxwazin aloziyên li Rojhilata Navîn çareser bibin ji ber vê yekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir dikin.

​​​​​​​Jinên Dêrazorê: Naxwazin alozî çareser bibin, lew ra tecrîdê girantir dikin
22 hezîran, 2021   04:16
DÊRAZOR

Ji dema ku rêber Abdullah Ocalan bi komployekê hate girtin ve ku ev 22 sal in di girtîgeha gireva Îmraliyê de ye, tenê du caran bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Peywendiya yekemîn a bi telefonê di 27`ê Nîsana 2020`an de bû ku 20 deqeyan dirêj kir. Peywendiya duyemîn jî di 25`ê Adara îsal de bû ku 5 deqeyan dirêj nekir û peywendî hate qutkirin.

Beriya du rojan malbat û parêzerê rêber Abdullah Ocalan careke din serî li serdozgeriya giştî ya Bursaya Tirkiyê dan da ku bi rêbertî re bicive, lê serdozgeriyê bersiva daxwaznameyê nede.

Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Rojhilat a Herêma Dêrazorê Zehra Milhim axivî û diyar kir ku serdema berdewamkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ew e ku rêber Ocalan dikare aloziyên li Rojhilata Navîn çareser bike di nav de doza kurdî ye ku sîstemên navnedî naxwazin çareser bibe.

Zehra Milhim destnîşan kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan komployek e ku ji aliyê hêzên cîhanê ve , di serî de dewleta Tirk tê plankirî û ev li gotina xwe zêde kir: "Naxwazin alozî çareser bibin  ji ber ku ditirsin fikir û analîzên rêbertî di nav gelê herêmê de belav bibin."

Zehra Milhim anî ziman ku tevî ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan tundtir kirine û nahêlin malbat û parêzer serdana wî bikin, lê dîsa jî girêdaneke fikirî di navbera wî û gel de heye û got, fikirê rêbertî ji hinavên gel e û xizmeta berjewendiyên giştî yên tevahiya pêkhateyan dike.

Zehra  Milhim ev xal rêz kirin:"Dewleta Tirk a dagirker dibîne ku bi tecrîda li ser rêbertî dê felsefeya wî sînordar bike û nehêle fikirên wî bigihêje gel, di heman demê de pêngava greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya rêbertî , hişt ku desthilata Tirk hîn zêdetir bitirse."

Di dawiyê de Zehra Milhim bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî girtina rêber Ocalan û tecrîdê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike, dozeke navneteweyî li dar bixe, da ku çareseriyekê bibîne û tecrîda li ser girtiyên siyasî rake.

DEWLETA TIRK MAFÊN GIRTIYAN BIN PÊ DIKE

Endama Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Umeya El-Mihemed axivî û got:"Dewleta Tirk siyaseteke sîstematîk li dijî girtiyên siyasî yên ku xwe dispêrin ramanê rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, ji ber ku ji wan ditirse û bi fikar e ku projeyeke demokratîk li herêmê ava bibe."

Umeyê di dawiya gotina xwe de bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan şermezar kirin ku destwerdanê nakin û ji bo girtiyên siyasî çareyekê nabîne, di heman demê got divê yekser tevbigerin, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rakin û rê bidin parêzer û malbatê ku pê re bicivin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TnAUI2QyxEY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>