Jinên Dêrikê gefxwarina dewleta Tirk ên li dijî Şengalê û Dêrikê şermezar kir

Jinên Dêrikê gefxwarinên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê û herêma Dêrikê şermezar kir û banga berxwedamkirina berxwedan û bilindkirina asta têkoşînê kir.

Jinên Dêrikê gefxwarina dewleta Tirk ên li dijî Şengalê û Dêrikê şermezar kir
26 ÇILE, 2021   09:19
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULAH

Di 18 û 19`ê Çileyê de Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar çû paytexta Iraqê Bexda û ji wir ber bi Hewlêrê ve çû, bi rayedarên her du hikumetan re civiya. Piştre, Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan rasterast gef li Şengalê xwar.

Çavkaniyên ku rewşê dişopînin ji ajansa me re ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker xwe amade dike ku êrişî Şengalê û herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bike. Der barê vê yekê de jinên bajarê Dêrikê nêrînên xwe anîn ziman û gefxwarina dewleta Tirk şermezar kir.

Diya Şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa got piştî serdana rayedarên dewleta Tirk ji Iraqê û Başûrê Kurdistanê re û bi raydarên her du hikumetan re civiyan, dewleta Tirk li dijî Şengalê û Dêrikê gef xwar. Sûad gefên dewleta Tirk şermezar kirin û wiha dewam kir:"Ji kesên ku bi dewleta Tirk re civiyan, tê xwestin ku van gefan red bikin, ji ber ku şêniyên Şengalê û Dêrikê van gefan red dikin."

Sûad Mistefa di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tişta ji gel tê xwestin, ew e ku yekitiya xwe ava bikin da ku ji cîhanê re hevgirtina xwe ya bi xakê, parastina mafên xwe û parastina herêmên xwe ji gefan re diyar bikin.

Li aliyekî din jî Zulfa Bedro jî axivî û da zanîn ku ev ne cara yekemîn ku dewleta Tirk gafan Ii dijî gelê Kurd dixwe, beriya niha soza êrişkirinê dabû ji lew ra dijminahî û gefên wê ne tiştekî nû ne.

Zulfa di nava gotinên xwe de îşaret bi hevgirtina gelê Dêrikê ya ji xakê re kir û wiha lê zêde kir:"Gelê Dêrikê li ser xaka xwe dijîn, ew xwediyên xakê ne, lê dewletên ku îdîaya mirovahiyê dikin ger çavên xwe li ser van gefan bigirin tê wateya ku parastina mafên mirovan nakin."

Zulfa Bedro gefxwarina dewleta Tirk a li dijî Şengalê û Dêrikê şermezar kir û wiha axaftina xwe dewam kir:"Tevî van gefan û çekên me tune ne jî, lê em xwedî vîn û maf in. Ji lewma em parçekirina xaka Sûriyê red dikin û ji bo parastina rûmet û mafên xwe em ê tiştên herî giranbuha bidin."

ꞌEM Ê SERÎ NETEWÎNINꞌ

Zulfa Bedir bi lêv kir ku ew ê li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker serî netewînin, ji ber ew xwedî moral û vîneke bilind in, di heman demê şopdarên rêya şehîdan e ku bi saya wan ew gihaştine vê qonaxê. Zulfa her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van gefan şermezar kir û banga bilindkirina asta têkoşîn û hevgirtina bi xakê kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m4jwmQ2dyvM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>