Jinên siyasetmedar: Hedefgirtina jinan bandorê li têkoşîna me nake

Jinên siyasetmedar ên bajarê Helebê siyasetên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kirin ku êrişan dagirkeran bandorê li têkoşîna jinan nake.

Jinên siyasetmedar: Hedefgirtina jinan bandorê li têkoşîna me nake
15 tîrmeh, 2020   04:26
HELEB – AFIR SILÊMAN

Jinên siyasetmedar sûcên dewleta Tirk û hedefkirina jinan şermezar kirin û gotin ew ê xeta têkoşînê berdewam bikin ta armancên xwe bi cih bînin.

Endama Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Suheyla Beyrem wiha got: "Armanca dewleta Tirk dagirkirin, guhertina demografiya herêmê ye û hedefgirtina gelan e wek u çawa li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anî."

Der barê komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li dijî jinan pêk anî de,  Suheyla diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji sûcên li dijî jinan, binpêkirina mafên civakê û hedefgirtina 3 jinan li gundê Helincê yê Kobanê ku îradaya jinan bişkîne.

Her wiha endama Buroya Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk Hena Ehmed destnîşan kir ku sûcên ku dewleta Tirk li Sûriyê pêk tîne kiryarên terorîstî ne û wiha bilêv kir: "Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî sûcên xwe yên ji kuştin, hilweşandin, revandin, îşkencekirin û hedefgirtina jinan didomînin. Komkujiya li dijî 3 jinan li Kobanê diyar dike ku Tirkiyê ji îradeya jina azad ditirse."

Endama Buroya Meclisa Jinan a Sûriyê Amna Xidir jî komkujiya li dijî her 3 jinan şermeza kir û got: "Êrişên dagirkeran bandorê li têkoşîna jinan nake. Em ê xebat û têkoşîna xwe bidomînin heta armancên xwe pêk bînin. Em weke jin bang li rêxistinên jinan dikin ku li hember sûcên dewleta Tirk li dijî jinên li Sûrî bisekinin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1Bx6HM8-IHw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>