Jinên ciwan li dijî sûcên Tirkiyê meşiyan

Ji herêma Firatê, Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi sedan jinên ciwan daketin qadan û sûcên dewleta Tirk a dagirker şeremzar kirin.

Jinên ciwan li dijî sûcên Tirkiyê meşiyan
Jinên ciwan li dijî sûcên Tirkiyê meşiyan
Jinên ciwan li dijî sûcên Tirkiyê meşiyan
Jinên ciwan li dijî sûcên Tirkiyê meşiyan
10 tîrmeh, 2020   16:33
KOBANÊ

Bi sedan jinên ciwan ên ji Reqa, Tebqa, Dêrazorê, Minbic û Kobanê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê hatin ba hev û bi meşekê qetilkirina hersê jinên çalakvan (Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî) şeremzar kirin ku di 23'yê Hezîranê de di êrişa hawayî ya dewleta Tirk a li ser gundê Helîncê de şehîd bibûn.

Jinên ciwan bi alên Tevgera Jinên Ciwan û wêneyên hersê şehîdan, pankartên bi nivîsên "Îradeya jinên ciwan serkeftina gelan a li hemberî faşîzmê ye, serhildana jinên ciwan tolhildan e, em ê xak û rumeta xwe biparêzin û dagirkeriyê û DAIŞ'ê têk bibin" ber bi gundê Helincê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana jinên azad hatin qîrkirin.

Jinên ciwan 5 km ser piyan meşiyan û li ber mala ku hatibû bombebarankirin sekinin.

Li vir berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Xunav Îbarhîm û bi navê jinên ciwan ên Dêrazor û Reqayê Leyla Ebd axivî.

Di axaftinan de serxasî ji malbatên hersê jinên şehîd re hate xwestin û behsa têkoşîna wan hate kirin.

Hate gotin ku Tirkiyê bi hedefgirtina jinan dixwaze îradeya jina azad a berxwedêr ên ku li hemberî DAIŞ û dagirekriyê sekinîn têk bibe. axaftivanan soza mezinkirina têkoşînê dan.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana jin û şeremzarkirina dewleta Tirk a dagirekr bi dawî bû.

ANHA