Kongreya Star li Lubnanê êrişên Tirkiyê yên li dijî Şengal û Mexmûrê şermezar kirin

Kongreya Star a Lubnanê bi daxuyaniyekê sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî Şengal û Mexmûrê şermezar kirin û banga berdewamkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê kir.

Kongreya Star li Lubnanê êrişên Tirkiyê yên li dijî Şengal û Mexmûrê şermezar kirin
23 hezîran, 2020   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Star li Lubnanê bi çalakiyek protestoyî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û Wargeha Penaberan a Mexmûrê şermezar kirin û daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişên  artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Şengal û Mexmûrê hatin şermezarkirin y ku ji 16`ê Hezîranê ve  destpêkirine ku di encamê de sivîl şehîd ketin.

Her wiha kongreyê di daxuyaniya xwe de banga berdewamkirina têkoşînê li dijî dagirkeriya Tirk û ji bo pêkanîna azadiyê kir.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku civaka navdewletî û NATO`yê berpirsên sûcên Tirkiyê li dijî gelê Kurd in.

Di dawiya daxuxuyaniyê de hate gotin: "Bimire faşîzma Tirk re û na ji qirkirina kurdan re."

(şx)

ANHA