Trump banga vekişandina 9500 leşkerên Amerîkî yên li Almanyayê kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman da Wezareta Parastinê ji bo ku 9 hezar û 500 leşkerên Amerîkî yên li Almanyayê heta dawiya meha Îlona bê vekişîne.

Trump banga vekişandina 9500 leşkerên Amerîkî yên li Almanyayê kir
5 hezîran, 2020   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa "Reutrsê" ku agahiyên xwe spartine berpirsekî payebilind nexwest navê xwe eşkere bike, hejmara giştî ya leşkerên DYA‘yê yên niha li Almanyayê 34 hezar û 500 in.

Her wiha ragihand ku beşek ji leşkerên ku vekişyane wê li Polonya û welatên hevalbendên Washingtonê werin bicihkirin û yên mayî dê li DYA‘ê vegerin.

Banga Trump piştî rojekê ji daxuyaniyên Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hat a ku şêwazê Trump di rêveberina aloziya xwepêşandanên li DYA‘ê de ya ji ber kuştina Goerg Florid rexne kir.