Dagirker gundekî din ê Eyn Îsa topbaran dikin: Zevî dişewitin

Gundê Mexaleq ê dikeve rojavayê Eyn Îsayê tê topbarankirin û zeviyên çandiniyê tên şewitandin.

Dagirker gundekî din ê Eyn Îsa topbaran dikin: Zevî dişewitin
22 gulan, 2020   19:16
EYN ÎSA

Leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê Mexaleq ê rojavayê navçeya Eyn topbaran dikin. Ji ber topbaranê dexl û danên şêniyan dişewitin.

Agir nêzî kampê dibe, hêzên dagirker rê neda tîmên agirkujê ku şewatê vemirînin û wan dikin hedef.

Beriya du saetan jî dagirkeran li gundê Temamiyê yê Eyn Îsayê agir bi zeviyan xistin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rOhyqYHXVxk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>