Li Minbicê semînera "Na ji tundiya Ii dijî jinan re"

Yekitiya Rewşenbîran ya Minbic û Gundewarên Wê têkildarî tundiya ku li dijî jinan tê kirin, bi sernavê "Na ji tundiya li dijî jinan re" semînerek li dar xist.

Li Minbicê semînera "Na ji tundiya Ii dijî jinan re"
Li Minbicê semînera "Na ji tundiya Ii dijî jinan re"
Li Minbicê semînera "Na ji tundiya Ii dijî jinan re"
Li Minbicê semînera "Na ji tundiya Ii dijî jinan re"
16 kanûn, 2019   11:45
MINBIC

Semîner li Buroya Mihemed Minle Xezîl a li ser rêya Helebê, bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, hate lidarxistin.

Di destpêka semînêrê de, deqeyekê rêz hate giritn. Piştre hevseroka Komîteya Têkiliyên Civakî ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarên Wê Zehîde Îshaq, destnîşan kir ku doza jinan gelekî girîng e, di dema serweriya DAIŞ`ê de, jin li sûkan dihatin kirîn û firotin.

Zehîde Îshaq diyar kir ku jin her tim bûne qurbaniyên şerên ku li herêmên wan, mînaka herî şênber jî kuştina sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve ye. Her wiha li herêmên dagirkirî, jin ji aliyê dagirkeran ve rastî her cure tundiyê tên.

Sermînerê bi nîqaşan berdewam kir, her wiha sînevîzyonek der barê zewicandina di temenê biçûk de û mehrûmkirina zarokên keç ji zarokatiya wan, hate nîşandan.

(cx)

ANHA