Bi ser êşa nexweşiyên keç û dayikê de êşa koçberiyê

Dayika Hedle û keça wê, bi malbatên din ên koçber re dibin hevparên êş û azaran, dibin hevparên hêviyên vegerê û jiyaneke ewle û bi êşên nexweşiyê û rûbirûbûna azarên koçberiyê re çîrokeke biêş diafirînin.

Bi ser êşa nexweşiyên keç û dayikê de êşa koçberiyê
Bi ser êşa nexweşiyên keç û dayikê de êşa koçberiyê
Bi ser êşa nexweşiyên keç û dayikê de êşa koçberiyê
25 mijdar, 2019   07:30
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên Serêkaniyê û herêmên din ên sînor, ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra, neçarî koçberiyê bûn. Şêniyan ji ber topbarana dagirkeriyê û pêkanîna komkujiyan, warên xwe terikandin.

Rêveberiya Xweser, zêdetirî 65 navendên bicihkirinê li bajarê Hesekê ji koçberan re peyda kirin û Kampa Waşokanî ya 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê, hate avakirin.

Koçber di hêviya vegera war û bajarên xwe de bûne hevpar ku piştî dagirkerî û çete werin derxistin, vegerin malên xwe. Koçber tekez dikin ew ê li hember êrişên dewleta Tirk tê bikoşin û piştgiriya QSD`ê dikin.

Aliyên pêwendîdar diyar kirine ku hejmara koçberan 300 hezar derbas kirine. Koçber di êş û azarên koçberiyê de, her wiha hêviyên vegerê de bûne hevpar, lê her malbatek di nava çîrokeke cuda û biêş de jiyana xwe berdewam dike.

Dema ajansa me berê xwe da navenda Ebdulehed Mûsa ya bicihbûnê li taxa Nasiriye ya bajarê Hesekê û ji nêz ve rewşa koçberan raçav kir, ji koçberên Serêkaniyê dayika Hedle Ehmed a 80 salî wiha got: “Ji ber topbarana dagirkeriya Tirk li ser bajêr em derketin û neçar bûn mal û xaka xwe ji çete û dagirkeran re bihêlin, dewleta Tirk çekên giran û topavêj li dijî bajarê Serêkaniyê bi kar anîn.” 

Dayika Hedle ku ji ber nexweşiya kataraktê çavên wê diêşin, behsa azarên koçberiyê dike û dibêje: “Ez pêşiya xwe nabînim, zarokên li navendê alîkariya min dikin, min dibin derve ber tavê û tînin. Rewşa me li navendê baş e, pêdiviyên pêwîst tên peydakirin, lê ez daxwaz ji cemiyetên xêrxwaziyê dikim alîkariya min bikin, pêdiviya min bi emeliyata çavan heye.”

Dayika Hedle da zanîn ku rewşa tenduristiya keça wê ya 35 salî Sebah Sîno dijwar e, bi nexweşiya şêrpenceyê ketiye û wiha got: “Tu kes tune ye çavdêriya me bike û li me seh bike, tenê ez û keça xwe ya nexweş in, destpêka her mehekê pêwîstiya wê bi pişkinînê heye, her wiha derman jî gerek e.” 

Dayika Hedle wekî hemû koçberan hêvî dike dagirkerî bê derxistin û vegere mala xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em daxwaz ji dewletên Neteweyên Yekbûyî dikin ku me vegerînin mala me, ser xaka me.”

(rr/bm)

ANHA