Di komkujiya gundê Qirinfilê de 2 sivîl şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn- Hate Nûkirin

Eşkere bû ku şehîd û birîndarên komkujiya gundê Qirinfilê yê Girê Spî ji malbatekê ne.

Di komkujiya gundê Qirinfilê de 2 sivîl şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn- Hate Nûkirin
Di komkujiya gundê Qirinfilê de 2 sivîl şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn- Hate Nûkirin
Di komkujiya gundê Qirinfilê de 2 sivîl şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn- Hate Nûkirin
Di komkujiya gundê Qirinfilê de 2 sivîl şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn- Hate Nûkirin
Di komkujiya gundê Qirinfilê de 2 sivîl şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn- Hate Nûkirin
Di komkujiya gundê Qirinfilê de 2 sivîl şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn- Hate Nûkirin
Di komkujiya gundê Qirinfilê de 2 sivîl şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn- Hate Nûkirin
20 mijdar, 2019   16:56
KOBANÊ

Balafirên keşfê yên dagirkeriya dewleta Tirk li gundê Qirinfilê yê Girê Spî wesyîteke ku 5 kes lê bûn, kir hedef.

Şêniyên gundê diyar kir ku 2 sivîl şehîd bûn û 3 jî  bi giranî birîndar bûn.

Şêniyan bi zehmetî birîndar û şehîd rakirin nexweşxaneyên bajarê Kobanê.

Navê birîndaran ev in; Rokistan Mihemed Fetûh (22), Nîroz Mihemed Fetûh (25) ji ber rewşa wan a giran ji nexweşxaneya Kobanê veguhestin nexweşxaneya Minbicê, Mihemed Mehmûd Fetûh birîna wê sivike li nexweşxaneya Kobanê tê dermankirin.

Ji şehîdan jî navê Nîzam Mihemed Fetûh (20) hate naskirin.

ANHA