Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin

Bi hezaran şêniyên Hesekê û gundewarên wê, bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê spartin axê. Di merasîmê de nasnameyên 5 şehîdan hatin ragihandin.

Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
8 mijdar, 2019   17:06
HESEKÊ

Girseya gel cenazeyê her sê şehîdan ``Ehmed Ebdullah (Egîd Hesekê), Hesen Salih (Firat Hesekê) û Sîrac Mûrad (Îzêl Badînî) ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî bi dehan erebeyan ku bi wêneyên şehîdan hatibûn xemilandin, ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya bakurê bajarê Hesekê, ketin rê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û turoneke leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Paşê li ser navê Serokatiya Karûbarên Şehîdan Welîde Botî axivî û got:"Em li pêşiya şehîdên ji bo rûmet û azadiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê fedakarî dane, bejin ditewînin û dibêjin ku dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin destkeftên bi fedakariya şehîdên me yên qehreman hatine pêk anîna, têk bidin."

Ji fermandarên QSD`ê Ziyab El-Hesekê jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: ‘‘ Em ji xwe û malbatên şehîdan re yên ji bo jiyana hevbeş bi canê xwe dane sersaxiyê dixwazin û soz didin heta dawiyê em ê li ser rêya wan bimeşin.‘‘

Paşê nasnameyên her sê şehîdan ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di merasîmê şehadeta 5 şervanên Berxwedana Rûmetê`` Yûsif Omer (Intiqam Hesekê), Mihemed Ebdullah (Mezlûm Hesekê), Ebdulhemîd Elî (Rohat Hesekê), Malik Elî (Kabar Hesekê) û Zubêr Hiso (Goran Hesekê ) hate ragihandin û nasnameyên wan radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê hersê şehîdan Ehmed Ebdullah, Hesen Salih û Sîrac Mûrad di nava tilîliyên dayikan û siloganên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.

(rr)

ANHA