Malbatên şehîdan:Me çeteyên 80 dewletan têk bir, gelo em terorîst in?

Malbatên şehîdan li bajarê Qamişlo diyar kirin, ku wan zarokên xwe di oxira rizgarkirina xakê ji çeteyan feda kirine û wiha gotin:“We ji 80 dewletan DAIŞ kom kirin û êrişî me kirin, lê belê me li dijî wan şer kir û me xaka xwe rizgar kir, gelo em terorîst in?".

Malbatên şehîdan:Me çeteyên 80 dewletan têk bir, gelo em terorîst in?
Malbatên şehîdan:Me çeteyên 80 dewletan têk bir, gelo em terorîst in?
Malbatên şehîdan:Me çeteyên 80 dewletan têk bir, gelo em terorîst in?
Malbatên şehîdan:Me çeteyên 80 dewletan têk bir, gelo em terorîst in?
Malbatên şehîdan:Me çeteyên 80 dewletan têk bir, gelo em terorîst in?
Malbatên şehîdan:Me çeteyên 80 dewletan têk bir, gelo em terorîst in?
Malbatên şehîdan:Me çeteyên 80 dewletan têk bir, gelo em terorîst in?
Malbatên şehîdan:Me çeteyên 80 dewletan têk bir, gelo em terorîst in?
7 mijdar, 2019   12:14
QAMIŞLO

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo merasîmê xiyabî yê 8 şehîdên li Serêkaniyê di Berxwedana Rûmetê de, li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe dan şehîd bûne, li dar xist.

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan beşdarî merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê bûn. Navên şehîdên  QSD`ê wiha ne:Îbrahîm Zekeriya(Ehemed Zîb), Mihemed Xelef(Lewend Qamişlo), Mihemed Mesûd(Koran Qamişlo), Dilbirîn Hesen(Cegerxwîn), Azad Elî(Baz Qamişlo), Mihemed Mihemed(Akif) û şervanê erkaxweparastinê Şivan Îbrahîm(Tekoşer Qamişlo).

Her wiha şervanê Tevgera Azadiya Kurdistan Îsa Hisên(Cekdar Qamişlo)ku li herêma Heftenînê li Çiyayê Kurdistanê, li dijî artêşa Tirk şer kir û gihaşt asta şehadetê, di merasîma xiyabî de hate ragihandin.

Her wiha nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, oldar, şandeyên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê beşdarî merasîma xiyabî bûn.

Bi tilîliyên dayikan re şêniyan bi yek dengî berxwedana şervanên QSD`ê di çeperên şer de silav kirin.

Xalê şehîd Îbarhîm Zekeriya Hewas Miflih axivî û got: “Me li dijî DAIŞ`iyên ji 80 dewletan hatibûn, şer kir û bi saya şehîdan me xaka Sûriyê rizgar kir.

Miflih got, Erdogan îdîa dike ku QSD`ê terorîst in, lê belê QSD`ê zarokên Bakurê Sûriyê û pêkhateyên vî welatî ne, bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe yek biryar bûn, gelo ew terorîst in heyî terorîst?

Hewas Miflih wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji beriya 9 salan ve em parastina xaka xwe dikin û li dijî tu kesî şer nekiriye, we ji 80 dewletan DAIŞ kom kirin û êrişî me kir, lê belê me li dijî wan şer kir û xaka Bakurê Sûriyê rizgar kir, gelo em terorîst in?Ji bo jiyaneke azad, bi rûmet û li ser esasê felsefeya Ocalan a ku siyaseta Erdogan tevlihev kir, bijîn canê xwe feda kir.

Her şervana YPJ`ê Rûken Îbrahîm û meta şehîd Şivan Îbarahîm got: “Îro roja şeref û namûsê ye, kesê xwedî wîjdan dê bi vê berxwedanê de bi ser bikeve.”

Di dawiya merasmê de, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rêvîn Şêxmûs wesîqetên şehîdan xwendin û rasdestî malbatan kirin.Paşê şênî herikîn bi konê sersaxiyê ku li goristanê hatiye vegiritin.

(eh)

ANHA