Apê Silêman Mehmûd: Êrişên dewleta Tirk em koçber kirin

Di nava aramî û ewlehiyê de dijiyan. Ji nişka ve her tişt hat guhertin. Malbata wî li bajarên herêma Cizîrê belav bû. Di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk li ser bajarokê Zirganê kurê xwişka wî şehîd bû. Destên wî li ser kopalê û çavên wî bi heviyê dibiriqe. Xwesteka wî ya tekane ku li mala xwe ya biçûk ku bi destê xwe ava kiriye û zarokên xwe tê de xwedî kirine, vegere.

Apê Silêman Mehmûd: Êrişên dewleta Tirk em koçber kirin
6 mijdar, 2019   12:13
QAMIŞLO – ŞÎNDA EKREM – SILAVA ABDULREHMAN

Apê Silêman Husên Mehmûd (77) di bin konê çalakiyê yê li parka Arî li pêşiya navenda Komseriya Koçberan a NY`yê ya li bajarê Qamişlo hatiye vedan, li ser kursiya xwe rûniştî ye. Di rûyê wî de bêrîkirina mal û zarokên wî yên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji hev qut bûne, diyar dibe.

Apê Silêman Husên Mehmûd destê wî li ser kopalê wî ye. Destên ku di nava salan de alîkariya wî kiriye. Êleka bi rengê spî ku li ser hatiye nivîsandin "Waşûkanî dîroka me ye" li xwe kiriye. Çavên wî bi hêviyê dibiriqin. Xwesteka wî ya tekane ku li mala xwe ya bi destê xwe ava kir û zarokên xwe têvde xwedî kirine, vegere.

Bajarokê Zirgan ê girêdayî Serêkaniyê ji 22`ê Cotmehê ve ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê topbaran û bombebarankirin. Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû zagon û pîvanên navdewletî binpê kirin.

Apê Silêman destnîşan kir ku hemû pêkhateyên Zirganê ji Kurd, Ereb, Ermen û Suryan beriya êrişên dewleta Tirk a dagirker bi aramî û ewlehî bi hev re dijîn. Apê Mehmûd wiha got: "Piştî kurê xwişka min Abdulhemîd Helûm (40) ji ber bombebarana balafirên dewleta Tirk li ser bajarokê me şehîd bû, neçar man ku derkevin."

Apê Silêman diyar kir ku 10 malbatên wan hene û hemû li bajarokê Zirganê jiyan dikir. Ji ber topbarana artêşa Tirk li ser bajarok, ber bi gundê Şorî û paşê El-Raşidiyê ve çûn. Piştî wê her deh malbat ji hev qut bûn û li herêma Cizîrê belav bûn.

Apê Silêman behsa bûyerên dema ji bajarokê xwe derket, kir û wiha anî ziman:"Li ser rêya giştî bi hezaran malbatên ku ji ber êrişên dewleta Tirk neçarî koçberiyê bûn, hebûn. Qêrîna zarokan mirov gêj dikir. Çi qewimî.? Ne zarok, jin û ne jî kalepîr ji ber êrişan bê par man."

Apê Silêman destnîşan kir ku herêmên wan bi aram û ewle bûn û ev tişt got: "Bi hinceta "herêma ewle" êrişî herêmên me kir. Erdogan çi kir. Va ye sînaryoya Efrînê li herêmên me dûbare dibe. Demografiya herêmên me tê guhertin. Zarokên me têne kuştin. Mal û milkên li pêşiya çavên tevahî cîhanê têne talankirin. Tevahî cîhan xweşiya ku me ji bo wê zarokên xwe feda kir da ku bi aramî û ewlehî bijîn, înkar dike."

.‘Em li ber xwe bidin’

Apê Silêman piştrast kir ku ew ê li ber xwe bidin. Dê beşdarî hemû çalakiyan bibin heta ku vegerin malên xwe û mîna berê bi aramî û ewlehî bijîn û diyar kir ku ew dev ji keda zarokên xwe bernadin.

(bx)

ANHA