Şervanên QSD`ê depoyên Xefetsalim ji çeteyêna paqij kirin

Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de, şevê din di saet 15:00`an de, depoyên genim ên Xefetsalim a girêdayî Girê Spî ku beriya niha bi 10 rojan ji aliyê çeteyên artêşa Tirk ve hatibû dagikirin, ji çeteyan paqij kirin.

Şervanên QSD`ê depoyên Xefetsalim ji çeteyêna paqij kirin
6 mijdar, 2019   12:02
GIRÊ SPÎ

Di heman demê de, şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de, li gundê Kefifa ya girêdayî Girê Spî bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan.

Di encamê de, 11 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin û cenazeyên wan li qada şer man. Her wiha 6 çete jî birîndar bûn û çekeke çeteyan kete destê QSD`ê û şervanan li gund çebilxane û amûrên çeteyan teqandin.

(kc)

ANHA