Li gundên Girê Spî, kuştin, talankirin û koçberkirin

Şêniyên gundê Bîr Zinarê yê başûrê kantona Girê Spî diyar kirin ku  çeteyên dewleta Tirk li gundên dagirkirine yên li kêleka gundê wan malûmilkên gundiyan talan dikin û gotin  ew ditirsin çete herêmên dagirkeriya xwe berfireh bikin.

Li gundên Girê Spî, kuştin, talankirin û koçberkirin
Li gundên Girê Spî, kuştin, talankirin û koçberkirin
31 cotmeh, 2019   05:35
EYN ÎSA - ŞERVÎN MISTEFA

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sivîlan dikin hedef, şêwazên herî qirêj ji komkujî, koçberkirina niştecihên resen û talankirina malûmilkên sivîlan didomînin.

ANHA`yê rewşa gundên başûr rojavayê kantona Girê Spî şopand ku hîna sivîl lê hene û tê topbarankirin.

Gundê Bîr Zinarê  2 km dûrî gundê Xirbet Beqer ê li bakurê rojavayê Eyn Îsa û başûr rojavayê kantona Girê Spî dikeve. Gund rojane ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ve tê topbarankirin.

Şêniyê bi navê Sidqî Hec Derwîş ê ji gundê Bîr Zinarê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 sivîlên gundê Xirbet Beqer qetil kirine, niştecihên gund koçber kirine û malûmilkên wan talan kirine.

Ji aliyê xwe ve Şêx Mihemed got: "Çete hatin û gule li me reşandin. Ji ber tirsa me ya li ser xwe û zarokan, em  ji gund derketin. Çete sivîl an leşker e nas nakin, tenê mirova teqil dikin û malan talan dikin."

(rr)

ANHA