Roja 21’emîn a Berxwedana Rûmetê...binpêkirinên û sûcên nû yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê di êrişên gundewarên Serêkaniyê de berdewam in. Li rexê jî binpêkirin û sûcên şer ji kuştin, hedefgirtina sivîlan, îşkenceya dîlgirtiyan û hedefgirtina tîmên tenduristiyê, didomin. Her wiha jî nahêlin stasyona ava vexwarinê ku avê dide kantona Hesekê bê sererastkirin.

Roja 21’emîn a Berxwedana Rûmetê...binpêkirinên û sûcên nû yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê
30 cotmeh, 2019   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja 21’emîn a dijminatî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hê jî binpêkirina agirbestên ranewestiye û roj bi roj binpêkirin û sûc zêde dibin.

Li gundewarên Serêkaniyê şerê dijwar û binpêkirinên nû yên dagirkerî û çeteyên wê

Duh li gundewarê Zirgan ê girêdayî Serêkaniyê di navbera QSD’ê ji aliyekî ve û artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê ji aliyekî dîtir ve de şerên dijwar rû dan. Ew jî ji ber dûbarekirina êrişan li dijî gundên Rebîat, Sode û Encel û gundê Erîşa yê navçeya Til Temirê.

Di êrişên artêşa dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê yên li dijî gundê Rebîat ê girêdayî navçeya Zirganê de, zarokê bi navê Xidir Mihemed Tahir(10) birîndar bû. Her wiha jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di dema hewldana tîma tenduristiyê ya Xaça Sor a rakirina birîndarên li gundê Sode de, hedef girt.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker dewriyeyeke Rûsyayê ya li nêzî sînorê navçeya Dirbêsiyê topbaran kir û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.

Li aliyekî din jî, artêşa dewleta Tirk a dagirker 14 leşkerên hêzên rejîmê tevî serbazê wan li Til Temirê dîl girtin û çeteyên dewleta Tirk a dagirker dîmên kiryarên wan ên dermirovî ya danûstandina bi dîlgirtiyan re, belav kirin.

Li Girê Spî teqîn

Duh li taxa Îskan a Xerbî ya bajarê Girê Spî ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, teqînek pêk hat.

Qamişlo

Duh(nîvro) artêşa dewleta Tirk a dagirker di saet 13:00’an de dîwarê sînor ê nêzî gundê Dêrna Axê yê girêdayî herêma Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rakir û li rexê jî dewriyeyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê li ser sînor digerin.

Xirabbûna rewşa mirovî der barê dagirkeriya dewleta Tirk de

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der heqê xeteriyên kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên nehiştina gihandina tîma sererastkirinê ya stasyona Elûk, hişarî da û got: "Dê rewşa mirovî xerabtir bike. Ew jî ji ber qutbûna avê li bajarê Hesekê ku koçberên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, pêşwazî kiriye.

Meclisa Kantona Girê Spî xebata vekirina kampekê ji koçberên bajarê Girê Spî û gundewarên wê re dike. Meclisê îşaret pê kir ku tenê li herêma Reqayê 2 hezar û 700 malbat koçber hene.

Li aliyekî din jî Partiya Yekitiya Suryan bang li civaka navdewletî kir ku li dijî siyaset û planên dewleta Tirk ku piştevaniya sereke ji terorîstên li Sûriyê re pêk tîne, tev bigerin û pêwîst e dewleta Tirk û çeteyên wê jî tevahî xaka Sûriyê bên derxistin.

QSD’ê: Duh 80 ji artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin

Navenda Çapemeniya QSD’ê encama şerê 24 saetên borî ragihand ku 80 çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. Her wiha jî 2 erebeyên doçka li ser û erebeyên dîtir ên leşkerî yên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî rûxandin. Li hember jî  şervanekî QSD’ê bi qehremanî şer kir û gihiştin asta şehadetê.

Fişarên cîhanî li dijî dewleta Tirk a dagirker zêde dibin

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu daxuyand ku QSD’ê beriya demê ji sînorê Sûriyê-Tirkiyê vekişî.

Meclisa Parlamentoya Amerîkayê biryar stand ku divê serok Donal Trump cezayan der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ferz bike.

Li aliyekî din jî piranî almaniyan daxwaza derxistina dewleta Tirk ji NATO’yê bi sedema êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir, yan jî cezayên aborî lê werin ferzkirin an jî qedexekirina firotina çekan lê bê birîn.

(fr)

ANHA