Mamosteyên Hesekê li dijî dewleta Tirk meşiyan

Bi sedan mamosteyîm kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebeht El-Nusra û DAIŞ li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên li dijî gelê herêmê, meşek lidar xist.

Mamosteyên Hesekê li dijî dewleta Tirk meşiyan
27 cotmeh, 2019   12:46
HESEKÊ

Rêveberiya dibistana a kantona Hesekê bi dirûşmeya "Bi hincetên olî em bi destê dewleta Tirk a DAIŞ`î rastî qirkirina etnîk tên" meşek lidar xist.

Bi sedan mamoste li çerxerêya Sînalko kom bûn. Di meşê de pankartên bi nivîsa"Na ji siyaseta qirkirin û talankirina gelê me re", "Na ji qirkirinên komî re", "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re" her wiha wêneyên zarokên ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirer li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin hildan.

Meş ji çerxerêya Sînalko dest pê kir û ber bi çerxerêya El-Itfaiye (Agirkujiyê) ya li taxa Til Hecer ve çû. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, silavkirina berxwedana QSD`ê hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya El-Itfaiye veguherî mîtîngê. Di mitîngê de bi navê rêveberiya dibistanan daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Rêveberiya Dibistanan a kantona Hesekê Bêrîvan Yaso ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tiş hat gotin:

"Ji beriya sedê salan dewleta Tirk a dagirker hewl dide gel û xaka me dagir bike. Gefên wan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim dewam dikir. 9`ê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi navê "Kaniya Aştiyê" êrîşî xaka me kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi hezaran ji gelê me kuşt û koçber kir. Çeteyan mal û milkên me hilweşand. Li dijî gelên herêmê komkujî pêk anî û çekên qedexekirî di aliyê navdewletî de bikar anî.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide demografiya herêmê biguhêre. Ji ber wê koçberkirina bi dare zorê li şêniyên herêmê ferz dike. Hemû şêwazên terorî bikar tîne û zimanê Tirkî li herêmê ku dagir dike, ferz dike.

Tevî hemû komployên navdewletî ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat lê hêzên me li ber xwe da û parastina xak û gelê me kir.

Herêmên me ewle û aram bûn. Hemû pêkhateyan cihê xwe di nava Rêveberiya Xweser de digirt. Lê tevî hemû komployên navdewletî û êrîşênê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em ê bi yekîtiya xwe û di bin sîwana biratiya gelan û netewa demokratîk de li dijî hemû êrîşan bisekinin."

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker, bidawî bû.

(bx)

ANHA