Ji Efrîn heta Cizîrê…çîroka malbateke 4 caran koçber bûye

Çîroka Zekeriya efrînî êşa gelê Kurd ji ber dagirker û berjewnediyên osmanî diyar dike. Artêşa Tirk a dagirker da pey wî û hişt ku di du salan de 4 caran koçber bibe.

Ji Efrîn heta Cizîrê…çîroka malbateke 4 caran koçber bûye
27 cotmeh, 2019   12:04

Ji Efrîn ber bi Şehba, ji wê derê jî ber bi Girê Spî, paşê Kobanê û herî dawî jî Girkê Legê ve koçber bû. Apê Zekeriya Abdullhemîd di nava du salan de 4 caran koçber bûye.

Zekeriya Abdullhemîd (65) ji şêniyê bajarê Efrînê ye. Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker di 20`ê Çileyê 2018`an de neçar ma ku koçber bibe. Gelek zehmetî li Efrînê dîtin. Şahîdê kuştina bi sedan şêniyên Efrînê bi destê dewleta Tirk a dagirker bû û li rexê jî tevahî cîhanê temaşe dikir. Gelek êş dîtin. Wan êşan gelek bandor lê kirin û bû sedema kirîza dil pê re çêbibe. Îro jî apê Zekeriya dipirse, ma gelo çi gunehê vî gelî heye ku bibe qurbanê hemû komployên qirêj.?

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên di 2018`an de li dijî Efrînê û hedefgirtina sivîlan, apê Zekeriya neçar ma ku bi şêniyan re berê xwe bide herêmên Şehbayê. Lê dîsa jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê da pey wan û ew topbaran kir. Vê care jî neçar ma ku berê xwe bide bajarê Girê Spî. Li Girê Spî apê Zekeriya û malbata wî dest bi jiyaneke nû û xebatekê kir, da ku hêdî hêdî li jiyanê vegerin. Lê artêşa Tirk a dagirker derfetên jiyanê ji wan re nehiştin.

Artêşa Tirk a dagirker di 9`ê Cotemhê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Êrişî bi piranî li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî bû. Ji ber wê û ji ber tirsa ji balafir û topên bêserûber ên dewleta Tirk, apê Zekeriya tevî bi sedan ji malbatan berê xwe da herêmên din.

Malbata apê Zekeriya ji malbatên ku ji ber kiriyarên dewleta Tirk neçarî koçberiyê bûye. Di vê der barê de apê Zekeriya wiha got:"Em ji ber balafir û topên dewleta Tirk neçarî koçberiyê bûn. Topbaran bi taybet li ser cihên ku sivîl tê de ne pêk dihatin."

Gera koçberiya Apê Zekeriya ji bajarê Kobanê dest pê kir. apê Zekeriya wiha destnîşan kir:"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li pey me hatin û êrişî bajarê Girê Spî kir . Bi sedan ji şêniyên bajêr kuştin. Ji ber wê jî em neçar man ku careke din ji mala xwe derkevin wek malbatên din. Me her tişt li pey xwe hişt. Ji ber tirsa li ser malbatê, derketin.

Vê care jî apê Zekeriya  piştî Girê Spî berê xwe dide bajarê Kobanê û berê xwe da Miştenûrê ku baregeha Koalisyona Navdewletî lê heye. Apê Zekeriya sedema ku Miştenûr hilbijart, got ji ber baregeha Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê heye. Lê dîsa jî apê Zekeriya ji topbarana artêşa Tirk a dagirker bê par nema. Artêşa Tirk a dagirker bargeha kaolisyonê û derdora wê topbaran kir. Ji lew re dîsa jî neçar ma ku berê xwe bide bajarê Qamişlo.

Apê Zekeriya tevî malbata xwe ya biçûk piştî çend rojan ku li bajarê Kobanê ma berê xwe da bajarê Qamişlo (Taxa Cûdî) yan jî Qenat Siwês. Taxa Qenat Siwês jî ji aliyê artêşa Tirk a dagirekr ve hat topbarankirin û cihên ku sivîl tê de dijîn hedef girt. Mala apê Zekeriya jî li taxa Qenat Siwês bû.

Apê Zekeriya ji bajarê Qamişlo jî derket û berê xwe da bajarê Girkê Legê û  di dibistaneke bajêr de bi cih bû. Apê Zekeriya girêdayî mijarê ev tişt anî ziman:"Tu tişt ji me re nema. Çeteyan mal û zeviyên me yên çandiniyê li Efrînê talan kirin. Îro jî dewleta Tirk vê yekê li herêmên Cizîrê û Kobanê pêk tîne. Ev yek ji kiryarên ku li Efrînê qewimîne, ne dûre."

 ‘Em dixwazin vegerin’

Apê Zekeriya di dawiya gotina xwe de got, ew ji dîtina xwînê ku Tirkiyê dirijîne têr bûn û bang li civaka navdewletî kir ku sînorekê ji dewleta Tirk a dagirker re dayne û vegera şêniyên Efrînê û herêmên din ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine misoger bike. Her wiha jî ji bo derxstina artêşa Tirk a dagirker û çetyên li herêmên ku dagir kirine, tev bigire.

(bx)

ANHA