Dagirkeran agirbest binpê kir, li gundê Bab Xêr şer

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra bi çekên giran, êrişî gundê Bab Xêr a girêdayî navçeya Zirganê ya herêma Serêkaniyê kirin.

Dagirkeran agirbest binpê kir, li gundê Bab Xêr şer
27 cotmeh, 2019   07:33
HESEKÊ

Şervanên QSD û hêzên rejîma Sûriyê ku îro vê sibê gihîştin gund, bersiva êrişan didin. Li gorî agahiyan, leşkerekî rejîma Sûriyê birîndar bûye.

(kc)

ANHA