Ji Amûdê: Na ji dagirkeriya Tirkiyê re

Bi hezaran şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek lidar xistin û bang li hêzên navdewletî kir ku parastina herêmên bikin û gotin"Na ji dagirkeriya Tirkiyê re."

Ji Amûdê: Na ji dagirkeriya Tirkiyê re
Ji Amûdê: Na ji dagirkeriya Tirkiyê re
Ji Amûdê: Na ji dagirkeriya Tirkiyê re
Ji Amûdê: Na ji dagirkeriya Tirkiyê re
Ji Amûdê: Na ji dagirkeriya Tirkiyê re
22 cotmeh, 2019   09:35
QAMIŞLO

Meclisa Navçeya Amûdê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek organize kir. Bi hezaran şêniyên navçeyê û gundewarên wê tev li meşê bûn.

Meş ji Qada Şehîd Cîhad a navenda navçeyê destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin. Meş ber bi Saziya Malbatên Şehîdan ve, çû.

Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiyên ku Tirkiyê pêk anîne, pankartên bi nivîsa"Bimre îxanet, na ji komkujiyên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve û na ji êrîşên Tirkî – DAIŞ`î re" hatin hildan.

Her wiha ala YPJ/YPG`ê û QSD`ê jî hatin hildan.

Meş li pêşiya Saziya Malbatê Şehîdan veguherî mîtîngê. Di mitîngê de Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso axivî. Eyşe di axaftina xwe de ev tişt got: "Divê me asta têkoşîna xwe bilind bikin. Divê em piştgriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî. Her çiqas êrîş dijwar bin jî em tu gavan bi paşde neavêjin. Dewleta Tirk a dagirker armanca wê ne tenê dagirkirina Rojava ye. Lê belê dixwaze her çar parçeyên Kurdistanê jî dagir bike."

Eyşe Hiso bang li hemû pêkhateyan kir ku li dijî êrîşên dagirkeran, yekîtiya xwe ava bikin.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê û şehîd namirin, bidawî bû.

(bx)

ANHA