Şêniyên Baxozê banga rawestandina sûcên dagirkeriyê kirin

Bi silogana `` Na ji qetilkirina zarokan re``, bi sedan şêniyên Baxozê ya gundewarên rojhjilatê Dêrazorê îro daketin qadan û êrîşên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Şêniyan bang li civaka navnetewî kirin ku sînorekî ji van êrîşan re deynin.

Şêniyên Baxozê banga rawestandina sûcên dagirkeriyê kirin
21 cotmeh, 2019   14:28
DÊRAZORÊ

Xwepêşandan ji deriya têketina bajarokê ya li aliyê başûr ve destpê kir. Bi dehan şêniyên Baxoz , El-Sûse, El-Şaefe û Hecîn beşdarî xwepêşandanê bûn. Xwepêşandêran siloganên redkirina degirkeriya dewleta Tirk û binpêkirinên wê derheqê mirovahiyê de berz dikin  û pankartên bi nivîsên `` Na ji dagirkeriyê re``, ``Na ji derbiderbûn û koçberiyê re``, ``Li Serêkaniyê  komkujî têne kirin",  "Zarokên Serêkaniyê bi çekên qedexekirî tên qetilkirin``  û`` Cihê Erdogan di welatê me de nîne`` hilgirtibûn.

Şêniyan herwiha wêneyên tawan û sûcên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên li ser Bakur ûRojhilatê Sûriyê de pêk anîne jî , hilgirtibûn.

Paşê xwepêşandêr li navîna bajarokê kom bûn, bi dirûşman bang li civaka navdewletî kirin ku ji bêdengiya xwe ya der barê sûcên Tirkiyê de derkeve û helwesteke cidî nîşan bide.

Beşdaran her wiha yekrêziya xwe li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nîşan dan.

(rr)

ANHA