Dewleta Tirk a dagirker derbên giran dixwe, mirî û birîndarên xwe vedişêrin

Dewleta Tirk a dagirker, ku di êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derbên giran wergirtin, mirî û birîndaran vedişêre.

Dewleta Tirk a dagirker derbên giran dixwe, mirî û birîndarên xwe vedişêrin
16 cotmeh, 2019   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Xebatkarên ku li nexweşxaneyên li bajarên Tirkiyê dixebitin hatin hişyarkirin ku der barê mirî û birîndaran de agahiyê nedin.

Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, liv û tevgera ambûlansan, ji navend û navçeyên Rihayê kêm nabin. Yek ji navendên herî zêde cenaze û birîndar tên wê derê Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê ye. Her tim gelek ambûlans li baxçeyê nexweşxanê tên rawestandin. Li ber nexweşxanê nuqteya polîsan hatiye avakirin û ev polîs destûr nadin ku wesayîtên sivîlan derbasî baxçeyê nexweşxanê bibin. Hat zanîn ku li nexweşxanê gelek birîndar hene û hin birîndar jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Bêlqis a Dîlokê hatine kirin. Hat diyar kirin ku gelek ambûlansên nû sewqî navçeyê hatine kirin, ambûlans li baxçeyê paş ê nexweşxanê tên girtin û beşek mezin a nexweşxanê li sivîlan hatiye girtin.

Welatiyên navçeyê yên ji ber leşker Tirk û çeteyên wê birîndar nikarin biçin nexweşxanê, ji bo dermankirinê diçin bajêr û navçeyên derdorê. Hat destnîşan kirin ku xebatkarên tenduristiyê ji bo ku agahî nedin û parve nekin, hatine hişyarkirin.