QSD`ê li eniya Girê Spî du panzêr teqandin, gelekî kuştî dagirkeran hene

Şervanên QSD`ê li rojavayî Girê Spî û li gundê Ebû Sirê du panzêrên dagirkeran teqandin û yek jî derbe kirin.

QSD`ê li eniya Girê Spî du panzêr teqandin, gelekî kuştî dagirkeran hene
15 cotmeh, 2019   20:13
GIRÊ SPÎ

Şervanên QSD`ê li gundê Kendalê yê rojavayî Girê Spî panzêreke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê teqandin û çeteyên têde hatin kuştin.

Di heman demê de, li aliyê gundê Huriyê yê rojavayî Girê Spî şervanên QSD`ê panzêreke dagirekeran teqandin û gelek çete hatin kuştin.

Her wiha li gundê Ebû Sirê yê rojavayî Eyn Îsayê jî şervanên QSD`ê  erebeyeke zirxî ya ji cûreya Trex a dagirkeran derbe kir û çeteyên têde hatin kuştin.

 (kc)

ANHA