Heyva Sor a Kurd: Komên çete 4 endamên me revandin

Heyva Sor a Kurd diyar kir ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 4 endamên wan ku berê xwe ji navçeya Eyn Îsa dida Girê Spî da ku bîrîndaran tedawî bikin, revandin.

Heyva Sor a Kurd: Komên çete 4 endamên me revandin
13 cotmeh, 2019   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Kurd li ser rûpela xwe ya torên civakî bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 ambulans desteser kirin û kadroyên tenduristiyê ku ji 4 endaman pêk dihatin, revandin. Heyva Sor a Kurd navên kadroyan eşkere nekirin.

Her wiha Heyva Sor a Kurd daxuyand ku bi sedema bombebaran û topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser kampa Eyn Îsa, penaber jê revîn û hin ji wan jî malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne.

(fr)

ANHA