Pêkhateyên Qamişlo berê xwe didin berxwedana Serêkaniyê

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe da bajarê Serêkaniyê da ku beşdarî berxwedana şêniyên bajêr û QSD`ê ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyan bibin.

Pêkhateyên Qamişlo berê xwe didin berxwedana Serêkaniyê
13 cotmeh, 2019   09:28
QAMIŞLO

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên di nav çeteyên DAIŞ`ê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê reviyan û çûn Tirkiyê, êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Di van kêliyan de şerekî giran rû dide û şervanên QSD`ê û şêniyên bajêr berxwedaneke mezin didin meşandin. Ji bo desteka berxwedanê, bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo îro berê xwe da Serêkaniyê.

Pêkhateyên Qamişlo ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan ên berê xwe didin Serêkaniyê, diyar kir ku îro roja berxwedana li dijî êrîşa dewleta Tirk e ku hewl dide îradeya gelê azad ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikîne.

Şêniyên berê xwe da Serêkaniyê, dirûşmên silavkirina berxwedana QSD`ê û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berz dikin.

Şêniyan diyar kir ku bajarê Serêkaniyê bi xwîna şehîdan hatiye avdan, ew şehîd sembol û roniyê jiyana her kesekî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Her wiha dirûşmên silavkirina têkoşîna jinan û hemû têkoşerên mezin di dîroka gelê Kurd de berz kirin.

(jo)

ANHA