Çeteyên dewleta Tirk êrîşî kampeke ku malbatên DAIŞ`ê têde hene, dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo alîkarî bidin malbatên DAIŞ`ê ji bo birivin, êrîşî kampa Eyn Îsayê ya bejahiya Girê Spî ku bi sedan malbatên DAIŞ`ê têde hene, dike.

Çeteyên dewleta Tirk êrîşî kampeke ku malbatên DAIŞ`ê têde hene, dike
13 cotmeh, 2019   09:11
EYN ÎSA

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser zindan û kampên ku çeteyên DAIŞ`ê têde hene, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin êrîşî kampa Eyn Îsayê ku bi sedan ji malhatên DAIŞ`ê têde hene bikin. Di heman demê de, balafirên artêşa dagirke kamp bombebaran kirin.

Şervanên QSD`ê êrîşa wan têk birin, lê niha çete 6 km dûrî kampê ne. Rêveberiya Xweser jî dest bi valakirina kampê kir.

Artêşa Tirk a dagirker beriya niha zindana Çerkîn a bejahiya Qamişlo ku têde çeteyên herî xeter hene, topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker hewl dide alîkar bide malbatên DAIŞ`ê ji bo ku birivin û jinûve zindî bibin.

(kc)

ANHA