Çeteyên DAIŞ`ê teqîna Qamişlo girtin ser xwe

Çeteyên DAIŞ`ê teqîna ku li Qamişlo pêk hatî û di encamê de şehîd û birîndar çêbûne, girt ser xwe.

Çeteyên DAIŞ`ê teqîna Qamişlo girtin ser xwe
11 cotmeh, 2019   17:38
QAMIŞLO

Di encama teqîna ku li nêzî Xwaringeha Omerî li kolana Munîr Hebîb li taxa Rojava ya bajarê Qamişlo pêk hatiye û li gorî serjimariya destpêkê ya teqînê sivîlek şehîd ket û 3 din jî birîndar bûn.

Jêderek ewlehî ji ajansa me re diyar kir ku teqîn plana şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ye ku piştî êrîşa dagirkeriya Tirk ew zindî bûn.

Di vî warî de çeteyên DAIŞ`ê ragihandin ku ew berpirsên teqîna terorîst in. Ev jî destnîşan dike ku êrîşên Tirkiyê alîkariya DAIŞ`ê dike ji bo ku şaneyên xwe yên veşartî çalak bike.

(şx)

ANHA