Xwepêşendarên Qamişlo: Em qebûl nakin komploya li dijî Efrînê dubare bibe

Şêniyên bajarê Qamişlo êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û topbarana bêser û ber şermzar kirin. Şêniyan Erdogan û DAIŞ`ê wek durûyê diravekî wesifandin.

Xwepêşendarên Qamişlo: Em qebûl nakin komploya li dijî Efrînê dubare bibe
10 cotmeh, 2019   14:18
SOZDAR CEMÎL-SLAVA EBDULREHMAN

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan. Ajanasa me jî nêrînên kesên ku tev li meşê bûne girt. Şêniyan berxwedan û sekinandina li hember êrîşan destnîşan kirin û diyar kirin ku ew dev ji axa xwe bernadin û dê li rex hêzên xwe wê biparêzin.

Jina bi navê Fatme Tahir a ji taxa Cûdî ya bajar Qamişlo got, ew dest ji axa welat a ku bi xwîna ciwanên wê hatiye avdan bernade, dê heya dawiyê li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin. Fatme hedefgirtina sivîlan şermezar kir.

Fatme bang li  civaka navdewletî, NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku êrîşa dewleta Tirk rawestînin, li rex Hêzên Sûriye Demokratîk bisekinin ên ku cihan ji terora DAIŞ`ê parastiye û ewlehî û aştî li herêmê belav kiriye.

Fatme destnîşan kir ku komploya li Efrînê pêk hatiye û çawa tevahiya hêzên cîhanî li serê wê har bûne, îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare dibe. Lê gelên herêmê bi tevahiya pêkhateyên xwe wê li hember berdewamkirina komployan bêdeng nemînin.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Silêman Osman ê bajarokê Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişlo got ew ji gefên Erdogan ê faşîst û çeteyên wî yên terorîst natirsin. Lê belê vîna wan ji êrîşa wî bi hêztir e. Osman diyar kir ku ew ê li hember her dagirkerekî li berxwe bidin û li ser axa şehîdan, berxwedanê û biratiya gelan bazaran nakin. Tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryan dê li hemeber gefên dagirkerê osmanî hev bigirin.

Osman destnîşan kir ku ew nahêlin komkujiyên osmanî yên din der heqê gelên herêmê de dubare bibin.

Dewleta Tirk a dagirker duh ber êvarê dest bi êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Artêşa Tirk herêmên tijî sivîl bi balafiran û topavêjan topbaran kir di encamê de hejmarek sivîl şehîd û birîndar bûn.

(şx)

ANHA