Fermandarekî QSD`ê: 5 tank hatin rûxandin û termên çeteyan di destê şervanan de ne

Fermandarekî Hêzên Sûriya Demokratîk detayên pêşketinên leşkerî li ser sînorên Tirkiye û Sûriyê eşkere kirin. Fermandar got hêzên wan 5 tank tevî wesayîteke bipalet rûxandin. Her wiha diyar kir ku termên hin çeteyan ketine destê wan.

Fermandarekî QSD`ê: 5 tank hatin rûxandin û termên çeteyan di destê şervanan de ne
10 cotmeh, 2019   14:04
QAMIŞLO-EHMED MIHEMED

Artêşa Tirk a dagirker ji duh berêvarê ve dest bi topbarankirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Bi awayekî bê ser û ber herêmên cuda kirin hedef. Di encamê de 5 sivîl bûn qurbanî û hinek din jî birîndar bûn.

Girêdayî detayên şerê ku li ser sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de rû dide, fermandarekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Amed Amûdê ji ajansa me re axivî û geşedanên dawîn eşkere kirin.

Amed Amûdê got: "Artêşa Tirk a dagirker em neçarî şer kirin. Ji bo xweparastinê ji mafê me yê rewa ye ku piştî nuqteyên me yên leşkerî, gund û bajarên me hatin topbarankirin, tevî hewldan û  bangewaziyên me yên domdar ji bo çareserkirina aloziyê bê şer û bi awayekî aştiyane, hêzên me bersiv da."

Amed Amûdê wiha domand: "Di çarçoveya mafê me yê rewa ji bo parastina herêmê de hêzên me amade bûn û bersiva jêderên topbaranê da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine hedef. Hêzên me tevahiya sînor ji Dîcle heta Firatê kir agir."

Fermandar Amed Amûdê tekez kir ku hêzên wan heya niha 5 tankên dewleta Tirk li ser sînor li herêma Girê Spî rûxandine, 5 çete li rojhilatê Girê Spî hatine kuştin û termên wan ketine destê hêzên wan.

Li herêma di navbera navçeya Amûdê û Dirbêsiyê de nuqteyek hêzên dewleta Tirk û wesayîteke bipalet hatin rûxandin. Her wiha 6 balafirên keşfê yên drone xistin xwarê.

Amed Amûdê destnîşan kir ku hêzên wan parastina herêmê berdewam dikin û got hêzên wan ên leşkerî xwe û gelê xwe diparêzin.

 Fermandar Amed Amûdê di dawiyê de got: "Bê sedem em êrîşî kesekî nakin heta ku tevahiya hêza cîhanê li cem me be. Lê eger tevahiya hêzan li ser serê me har bûn, em ê bi ser bikevin, ji ber ku em xwediyê vê erdê ne û em maf û gelê xwe diparêzin. Ji bo wê jî me gelek fedakarî da. Ji bo parastina destkeftiyên ku di dirêjahiya 8 salan de hatin bidestxistin, em ê fedakariyê bikin."

ANHA