Dagirkeriya Tirk Qamişlo topbaran dikin, QSD‘ê bersiv dide

Dewleta Tirk a dagirker taxên bajarên Qamişlo yên li ser sînor topbaran dikin, QSD‘ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dide.

Dagirkeriya Tirk Qamişlo topbaran dikin, QSD‘ê bersiv dide
10 cotmeh, 2019   13:15
QAMIŞLO

Nûçegihanên me ji bajarê Qamişlo ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de taxên bajarê Qamişlo bi çekên giran topbaran dikin.

Nûçegihanên ji bajarê Qamişlo ragihand ku artêşa Tirk a dagirker taxên bajarê Qamişlo yên sivîl lê hene, bi çekên giran topbaran dikin.

Li gorî nûçegihanan deriyê sînor ê bi Bakurê Kurdistanê re, taxa Xerbî ya nêzî sînor tên topbarankirin.

Nûçegihanên me diyar kirin ku QSD‘ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşên li ser sivîlan dide.

ANHA