Jin li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan

Li bajarê Qamişlo bi sedan jin bi meşekê dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Jin li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
Jin li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
Jin li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
Jin li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
Jin li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
Jin li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
14 îlon, 2019   18:38
QAMIŞLO

Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişlo di çaroveya pêngava "Ax û rûmeta xwe biparêze û dagirkeriya Tir û DAIŞ‘ê tine bike" de meşeke li dar xist.

Bi sedan jinên bajarê Qamişlo û jinên enternasyonlîst beşdarî meşê bûn.

Jinan ji çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, pankerên "Ji dagirkeriya Tirk re" û "Bi îradeya gelan em ê biser bikevin" hatin hildan û dirûşme hatin berzkirin.

Meş li ber  Goristana Şehîd Delîl Sarûxan rawestî. Li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Pişte endamên Kongreya Star Sûad Hesen û Şeha Xelîl û endama Akademiya Jineolojî Nojîn Lêgerîn a almanî bi zimanên kurdî, erebî û înglizî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçoveya pêngava Kongreya Star a "Xak û rumeta xwe biparêze dagirker û DAIŞ‘ê tine bike" de gelek çalakî hatin lidarxistin. Jin di dirêjahiya dîrokî de ji aliyê dagirkerî û zihniyeta baviksalarî ve hatin paşguhkirin lê vê carê li hemberî zihniyeta baviksalarî û DAIŞ biser ket.

Jin di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku bi şoreşa jin tê naskirin têkoşiya û mafên xwe bi dest xist, di her qadan de siyasî, leşkerî û aborî de pêşengtî kir û bû nimuna fedekariyê.

Em ji dewleta Tirk re dibêjin planên te wê destkeftiyên bi keda şehîdan hatin qezeckirin têk nebe. Em di bin sîwana netewa demokratîk û fikr û felsefeya rêberê netewa demokratîk Abdullah Ocalan de û bi hevgirtina hemû pêkhateyan dijîn.

Em jinên Rojava soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku em ê li gorî baweriya ku daye me bin, em ê li hemberî gefên li ser xak û gelê me bibin mertal, ji ber ku xaka me giranbuha ye û em ji jiyanê hez dikin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA