Balafirên Tirkiyê bombe li gundên Amêdiyê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Xaleta yê ser bi Çemankê ya bajaroka Amêdiyê bombebaran kirin.

Balafirên Tirkiyê bombe li gundên Amêdiyê barandin
10 îlon, 2019   15:40
NAVEDAN NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker saet  di 15:30’an de gundê Xaleta yê ser bi navçeya Çemankê ya bajaroka Amêdiyê bombebaran kirin.

Ji ber bombebaranê agir bi eraziyê deverê ket. Hat ragihandin ku hîna liv û tevgera balafiran li ser asîmanê herêmê berdewame.