Meclisa Rêveber ji bo demên pêş plan danî

Di civîna Meclisa Rêveber de pêşniyara vekirina buroyên tenduristiya dibistanan hate erêkirin û daxwaz ji du desteyan hate kirin ku ji bo mewsimê çandiniyê plan deyne.

Meclisa Rêveber ji bo demên pêş plan danî
4 nîsan, 2019   16:08
EYN ÎSA

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li li avahiya desteyan a navçeya Eyn Îsayê dar xist. Hevvserokên Meclisa Rêveber Ebdhamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid û cîgirên wan û hemû hevserokên deste û buroyên Rêveberiya Xweser di civînê de amade bûn.

Civîn bi xwenedina raporên mehane yên deste û buroyan dest pê kir.

Desteya Perwerde û Fêrkirina pêşniyar kir ku buroyên tenduristiya dibistanan li ser asta herêmên rêveberiya xweser werin vekirin. Piştî nîqaşan pêşniyar hate erêkirin. Meclissa Rêveber ji deste û buroyên xwest ku vê plane pêk bîn.

Her wiha meclisê ji Desteya Karûbarên Civakê û Buroya Karûbarên Mirovî xwest ku desteka xwe ji bo kampa Holê zêde bikin.

Meclisa Rêveber, desteyên Aborî û Darayî erekedar kir ku plana kirîna genim ji cotkar  deyane.

ANHA