YJŞ’ê nasnameya şervaneke şehîd eşkere kir

Fermandariya YJŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervana bi navê Arîn Şengal ya 7’ê Sibatê di encama qezayekî de şehîd bûye, eşkere kir û sersaxî ji rêheval û malbata Arîn re xwest.

YJŞ’ê nasnameya şervaneke şehîd eşkere kir
8 sibat, 2019   14:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyekî ragihand şervana wan a bi navê Arîn Şengal 7’ê Sibatê ji ber qezayekê şehîd bûye.

Di daxuyaniya YJŞ'ê de hate gotin, "Di şexsê Arîn Şengal de hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatê û gelê me re dixwazin."

Fermandariya YJŞ'ê diyar kir, wê di sala berxwedan û serketinê de li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan bi biryardarî bimeşin û tola şehîdan hilînin.

Der barê Arîn Şengal de hate gotin, "Hevala me Arîn Şengal her kêliya jiyana xwe bi fedakarî û têkoşînê neqişand. Yek ji jinên Êzîdxanê bû ku dîl kete destê faşîzma DAÎŞ'ê. Bi zîrekiya xwe xwe ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir û cihê xwe li nava refên berxwedanê girt. Hevala Arîn ku di pêngavên li dijî DAÎŞ'ê hemûyan de cih girt, piştî pêngava Reqayê berê xwe da Şengalê û weke pêşeng û rêvebr cihê xwe di nava refên YJŞ'ê de girt. Li ser şopa Xatûn Ferxa, Zerîfe Ose, Berîvan û Arînan bû ruhê berxwedanê yê jinên Êzidî."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê YJŞ'ê em dibêjin, Arînên vî welatî wê bibin paşeroja jinên azad ên Êzîdxanê û şehîdan hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin."