Têkoşer Avesta Xabûr li Reqayê hate bi bîranîn

Têkoşer Avesta Xabûr li herêma Kerama ya bajarê Reqayê bi civînekê hate bi bîranîn.

Têkoşer Avesta Xabûr li Reqayê hate bi bîranîn
28 ÇILE, 2019   14:41

REQA

Bi boneya salvegera a şehadeta têkoşer Avesta Xabûr ku salak beriya bi çalakiyeke fedayî li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê şehîd bibû, Rêveberiya Jin a Reqayê civînek li herêma Keramayê li dar xist. Bi dehan jinên herêmê di civînê de amade bûn.

Civîn bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre Berpirsa Rêvebera Jin a Reqayê Zuleyxa Ebdê axivî û li ser kesayeta şehîd Avesta got, şehîd Avesta rê li pêşiya nifşên bê ronî kir û bi çalakiya xwe bûye sembola azadiyê.

Zuleyxa Ebdî her wiha anî ziman ku çalakiya şehîd Avesta ji bo parastina xaka aştiyê ji êrîşên terorîstan bû û got, Avesta û mînakên wê dîroka jin û têkoşîna wê xêz kirin û hêza jina azad a ku ji zihniyeta baviksalarî re serî natewîne nîşan da.

Piştî civînê daxuyaniyek ji aliyê endama rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê Xaliya Kecwan ve hate xwendin.

Xaliya Kecwan got "Bi navê Rêveberiya Jin a Reqayê em şehîd Avesta Xabûr bi bîr tînin ku li djiî dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Efrînê çalakiyeke fedayî pêk anî. Avesta Xabûr bi benda xwe ya paqij destanên qehremantiya jin da nîşandan. Bi çalakiya xwe dîrika jina berxwedêr a azad ji bo serkeftinê nivîsand.Wekî Rêveberiya Jin a Reqayê em hemû Avesta Xabûr in û li ser soza xwe ya ku me bi hemû şehîdên azadiyê re dane."

ANHA